DYA komkujiya li Qamişloyê şermezar kir
Nûnerê Taybet ê Serokê DYA Barack Obama Brett McGûrk, komkujiya duh a li bajarê Qamişloyê hat kirin, şermezar kir.
Nûnerê Taybet ê Serokê DYA Barack Obama Brett McGûrk, komkujiya duh a li bajarê Qamişloyê hat kirin, şermezar kir.
Nûnerê Taybet ê Obama Brett McGûrk bi rêya twîtterê daxuyaniyek da û komkujiya li Qamişloyê şermezar kir. Peyama McGûrk bi vî rengî ye: "Em êrîşa terorê ya li Qamişloyê hat kirin şermezar dikin. Em soz didin, ku di têkoşîna li dijî terorê de desteka me ya ji bo Kurdên li Sûriyeyê wê dewam bike."
Di êrîşa bombeyî ya duh a li Qamişloyê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, zêdeyî 150 kes jî birîndar bûbûn.