DYA dubare kir ku YPG hevalbendê wan ê sereke ye

Fermandarê Hêzên Navendî yên DYA (CENTOM) Votel dubare kir ku êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bandor li têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê kiriye û got, YPG "partnerê wan ê bingehîn" e li ser rûyê erdê.

General Joseph Votel li Washingtonê di konferanseke Enstîtuya Aştiyê (Institute of Peace) de axivî û diyar kir, di operasyonan de ku bi hêzên QSD'ê re hatin kirin, serketinên gelekî girîng bi dest ve hatin anîn. Votel diyar kir, qonaxa din a li Sûriyeyê mayindekirina herêmên hatine rizgarkirin, konsolîdekirina destketiyan û pêşîvegirtina li vegera gel e. Votel destnîşan kir ku ji bo dema dirêj jî pêwîstî bi karên jinûve avakirinê heye.

YPG LI SÛRIYEYÊ PARTNERÊ BINGEHÎN E

Joseph Votel dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê nirxand û ragihand, ji ber ku şervan li dijî êrîşan tevlî parastina Efrînê bûn vê yekê bandor li têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê kiriye. Votel da xuyakirin, dagirkeriyê di mijara têkbirina DAÎŞ'ê de rê li ber 'belavbûna baldariyê' vekiriye û destnîşan kir, YPG li Sûriyeyê hevkarê wan ê bingehîn e.

Votel anî ziman, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku YPG jî di nav de ye xwedî 60 hezar şervanî ye û got, wê karê xwe yê bi van hêzan re bidomînin.

Votel diyar kir ku ew hêvîdarin piştî Efrînê di navbera QSD û Tirkiyeyê de şer dernekeve.

TRUMP: OPERASYONÊN LI ROJHILATA NAVÎN JI BILÎ XWÎN Û HILWEŞANDINÊ BI KÊRÎ TIŞTEKÎ DIN NAYÊN

Serokê DYA Donald Trump jî di konferansa çapemeniyê ya hevpar de ya bi lîderên welatên Baltik re got, li Sûriyeyê armanca wan a sereke qedandina DAÎŞ'ê ye. Trump da zanîn, operasyonên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn, ne tenê li Sûriyeyê, 'ti hatineya xwe nîne'. Trump ragihand, destwerdana Amerîkayê li Rojhilata Navîn rê li ber maliyetkee ji trilyonan dolarî vekiriye û got, "Ji bilî mirin û hilweşandinê tiştek bi dest neketiye."

Donald Trump îdîa kir ku destwerdana wan a li Rojhilata Navîn ku didome, divê ji aliyê Erebîstana Siûdî ve bê fînansekirin.