DYA di 4’ê Tebaxê de bi hinceta 'gefa ewlekariyê' nûnertiyên xwe digire
DYA di 4’ê Tebaxê de bi hinceta 'gefa ewlekariyê' nûnertiyên xwe digire
DYA di 4’ê Tebaxê de bi hinceta 'gefa ewlekariyê' nûnertiyên xwe digire
Wezareta Karên Derve ya DYA bi sedema “Tehdîda ewlekariyê” sefaretxane û konsolosxaneyên xwe yên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê roja yekşemê digire.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Marîe Harf, da xuyakirin ku ev biryar ji bo “Nûnertiyên ku di şert û mercên asayî de rojên Yekşeman vekirî dimînin” derbas dibe. Rayedarekî ku ji BBC’ê re axivî jî got ku wan ji bo sefaretxane û konsolosxaneyên timî Yekşeman vekirî dimînin re ragihandine ku 4’ê Tebaxê xebatên xwe rawestînin. Rayedar her wiha da xuyakirin ku di demên pêş de jî di dîrokên cuda de dibe ku girtin pêk bên.
Rayedar, da xuyakirin ku hinek agahî ketine destê Wezareta Karên Derve ya DYA û ji ber vê sedemê gelekî zêde bi tedbîr tevdigerin.