Duwemîn Serfermandarê Artêşa DYA James Winnefeld ji bo hevdîtina li ser têkoşîna li dijî PKK’ê hate Enqereyê.
Winnefeld vê sibê hate Enqereyê û bi Duwemîn Serfermandarê Artêşa Tirk Orgeneral Hulusî Akar û rayedarên din ên leşkerî yên Tirk re hevdîtin pêk anî. Hate diyarkirin ku rojeva hevdîtinê têkoşîna hevpar a li dijî PKK’yê ye.
Beriya niha, Serfermandarê Artêşa Tirk Martin Dempsey û Serokê CIA’yê Petreaus jî hatibûn serdana Tirkiyeyê.