Du karkerên ketin kanala avê winda bûn
Li Edeneyê du karkerên ketin kanala avê ya DSÎ winda bûn.
Li Edeneyê du karkerên ketin kanala avê ya DSÎ winda bûn.
Hat ragihandin ku li Taxa Koyuncu ya navçeya Seyhan a Edeneyê karkerê bi navê Yunus Çelîk ê 20 salî ê di nav erd de dixebite dema ji kar vedigeriya ji bo xwe hênik bike ket kanala avê ya DSÎ. Karkerê bi navê Fethullah Yaşar (24) ê dît ku Çelîk difetise xwe avêt avê. Lê belê her du karker jî di kanalê de winda bûn. Ji bo dîtina karkeran xebat didomin.