Du caran muebet têra Naîm Şahîn nake!

Du caran muebet têra Naîm Şahîn nake!

Sûat Bahadir bi hinceta li Edeneyê polîsek kuştiye,hate binçavkirin, temenê wî hate mezinkirin û 2 cara cezayê muebetê lê hate birrîn. Lê Wezareta Navxweyî ya Tirk ji vê têr nebû. Wezareta Tirk bi daxwaza ji 15’ê tebaxa 2009 ve wergirtina faîza tazmînata ku dewletê daye malbata polîsê hatiye kuştin, doz li Sûat Bahadir vekir.

Sûat Bahadir bi îdîaya di 15’ê tebaxa 2009 de di xwepêşandanek ji bo piştgiriya bi PKK’ê re bi kêrê polîsê bi navê Ferdî Ozkan kuştiye, hate girtin û mehkûmkirin. Wezareta Navxweyî ya Tirk 53 hezar û 124 TL tazmînat da malbata polîs Ozkan. Lê Wezareta Tirk piştî 3 salan ji ber vê tazmînatê doz li Bahadir vekir.

Hinceta dozê ew e ku pereyê tazmînatê yê ku dane malbata polîs Ozkan, ji Bahadir werbigirin. Bi vî awayî dozek din jî li Bahadir hate vekirin. Doz dê li 10’emîn Dadgeha Huqûqê ya Esliye ya Enqereyê pêk bê.

BEDELA TAZMÎNATÊ BI FAÎZAN DIXWAZIN!

Sûat Bahadir di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Sîncan 2 de tê ragirtin. Wezareta Navxweyî ya Tirk da zanîn ku dê Bahadir, 53 hezar û 124 TL “ziyana ku daye xizîneya dewletê” dê bi faîzan bide. Li gorî dozê, dê ev pere ji 15’ê tebaxa 2009 ve bi faîzan ji Bahadir bê wergirtin.

DUWEMÎN BÛYERA ERDAL EREN E?

Gava Bahadir li Edeneyê hate binçavkirin 15 salî bû û rapora nexweşxaneyê ya destpêkê diyar kir ku 19-21 salî ye. Lê piştî Bahadir îtîraz kir, bi raporek din a nexweşxaneyê hate piştrastkirin ku Bahadir 15-16 salî ye û piştre ew şandin Saziya Tiba Edlî. Li vir jî weke 22 salî hate nîşan dan û li şûna girtîgeha zarokan, ew şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F ya Sîncan 2.

2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê di 4’ê pûşpera 2012 de 2 caran cezayê mûebetê da Bahdir û bi hinceta “propagandaya rêxisitnê kiriye” salek din ceza lê birî.