DBP'ê û HDP'ê serdana malbatên girtî kir
DBP'ê û HDP'ê serdana Nobeta Dadê ya xizmên gritiyan kir û diyar kir êşkence li malbat û girtiyan tê kirin.
DBP'ê û HDP'ê serdana Nobeta Dadê ya xizmên gritiyan kir û diyar kir êşkence li malbat û girtiyan tê kirin.
'Nobeta Dadê' ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê di roja 18'an de didom. Rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) serdana malbatan kirin.
Şaredara Hazroyê Gulîstan Ektî ku dest li ser peywira wî hatî danîn got çalakiya malbatan pîroz e, diyar kir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû beşên civakê hatiye berbelavkirin, xwest ku tecrîd bi dawî bibe û daxwazên malabatan bi cih were.
Piştre Hevşaredarê Kayapinarê Davût Kesek ku peywira wî hatî desteserkirin axivî û got, ''Êşkence li girtiyan û malbatên wan dikin. Li dijî van êşkenceyan her demê em ê bi malbat û girtiyan re bin. Tişta ku ji dest me were em texsîr nakin.''
Xizma girtiyan Fevwiya Kolakan jî got, ''Em li dijî vê zilmê rabin. Me ev der weke cihê çareyê dîtiye. Bila her kes tevlî nobetê bibe. Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin.''
Nivîskar Herdem Merwanî jî got çalakiya wan wê bênavber bidome, bang li hemû pariyan, siyasetmedarên Kurd kir ku dengê xwe derxin.