Dozgeriya Tirk xwest 15 salan cezayê girtîgehê li rojnamevan Canozer bê birîn
Dozgeriya dewleta Tirk xwest, rojnamevan Bêrîtan Canozer bi 15 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin.
Dozgeriya dewleta Tirk xwest, rojnamevan Bêrîtan Canozer bi 15 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik de lêpirsîn dabû destpêkirin û di 25’ê nîsanê di çarçoveya lêpirsînê de li 21 bajaran operasyonên binçavkirinê hatibûn destpêkirin. Rojnamevan Bêrîtan Canozer jî hatibû binçavkirin û danişîna doza wê ya ewil a bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Rojnamevan Canozer û parêzerê wê Muharrem Erbey di danişînê de amade bûn. Şahidê eşkere Umît Akbiyik jî bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.
Nûnerên Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqî (MLSA) jî danişîn şopandin.
Rojnamevan Canozer li dijî îdianameyê parastina xwe kir û got ku şahidê eşkere Umît Akbiyik nas nake û li ser nûçeyan hîn bûye ku endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e. Canozer, wiha domand: “Her wiha di îdianameyê de nûçeyên min çêkirine weke sûc hatine nîşandan. Çavkaniyên van nûçeyan eşkere ne. Rojnamevaneke naskirî me û karê xwe bi veşartî nakim. Di demên berê de jî ji ber nûçeyên xwe hatim darizandin û dosyayên min ên beraetê hene. Ez, nûçeyên têkildarî jin û zarokan çêdikim. Em bûn dengê jin û zarokên hatine qetilkirin, yên tundî lê hatiye kirin, rastî tacîz û destdirêjiyê hatin. Bêyî ku ferq û cudahiyê têxim navbera wan min mîkrofon dirêjî jinên siyasetmedarên jin kir. Rojnamevanî û çêkirina nûçeyan sûc nîne. Tawanbariyên li min tên kirin qebûl nakim.”
Piştre jî li şahidê eşkere Akbiyik hate guhdarîkirin. Akbiyik ev îdia kir: “Di sala 2018’an de me konserek organîze kir. Dema ji bo hevpeyvînê hatibû HDP’ê me hev nas kir. Di xebatên Meclisa Ciwanan de û di bûyerên xendekê yên li Sûrê de, li cihê endamên rêxistinê bû. Ji bo hevpyevînan bi me re dişêwirî.”
Dozger jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” xwest ku ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê li rojnamevan Canozer were birîn.
Parêzerê Canozer, Muharrem Erbey jî ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest.
Dadgehê daxwaza Erbey qebûl kir û danişîna dozê taloqî 8’ê kanûnê kir.