Dozên rojnameyên Ozgur Gundem û Ozgurlukçu Demokrasiyê taloq bûn

Dozên ku Gerînendeyê Giştî yê rojnameya Ozgur Gundemê û dozên xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê dihatin darizandin, taloq bûn.

Doza ku Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, Zana Kaya û Midûrê Karê Nivîsan Înan Kizilkaya lê dihatin darizandin li Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 2’emîn a Stenbolê hate kirin. Rojnameya Ozgur Gundemê bi KHK’ê hatibû girtin.

Rûniştina dozê ya bê taloqî 2’ê Mijdarê hate kirin.

DOZA ROJNAMEYA OZGURLUKÇU DEMOKRASIYÊ JÎ TALOQÎ 30’Ê MIJDARÊ HATE KIRIN

 Ji ber nûçeyên di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de ya ku ew jî bi KHK’ê hatibû girtin doz li rojnameger Azîz Orûç û Ersîn Çaksû hatibû vekirin.

Di dozê de biryara girtina rojnameger Ersîn Çaksû hate domandin û rûniştina bê taloqî 30’ê Mijdarê hate kirin.