Doza ku 3 rojnamevan lê têne darizandin hate taloqkirin
Rûniştina 4'emîn a doza bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' ya li hemberî rojnamevan Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayûmat li Dadgeha Cezayê Giran a 25'emîn a Stenbolê pêk hat.
Rûniştina 4'emîn a doza bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' ya li hemberî rojnamevan Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayûmat li Dadgeha Cezayê Giran a 25'emîn a Stenbolê pêk hat.
Rojnamevan tevlî rûniştinê nebûn, lê parêzer Şukru Alpsoy, Habat Demîrcan û ji Yekîneya Hiqûqê ya Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA) Hazal Surmelî di rûniştinê de amade bûn. Parêzerên rojnamevanan xwestin kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.
Dadgehê biryar da ku ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re muzekere were nivîsandin û aqûbeta dosyayên der heqê Alayumat û Aslan de bê zelalkirin. Rûniştin, taloqî 20’ê Mijdarê hate kirin.