Doza Kobanê: Dest li koma faşîst a AKP-MHP'ê nayê werdan
Li cihekî nêzî salona rûniştina Doza Kobanê, komek ji faşîstên AKP-MHP'î dirûşman diqîrin û dest li wan nayê werdan.
Li cihekî nêzî salona rûniştina Doza Kobanê, komek ji faşîstên AKP-MHP'î dirûşman diqîrin û dest li wan nayê werdan.
Di danişîna Doza Kobanê de ku siyasetmedarên HDP’yî lê tên darizandin, komeke faşîst hewl da provokasyonê bike. Koma nijadperest hat ber avahiya danişîna Doza Kobanê û hewl da êrişî siyasetmedarên HDP’yî bike ku doz dişopandin.
Şandeya dadgehê navbera nîvro da danişînê û siyasetmedarên doz dişopandin derketin derve. Di vê kêliyê de HDP’iyan dirûşmên "HDP bêdeng nebû û wê bêdeng nebe" berz kirin.
Koma nijadperest jî ya li ber Kampûsa Girtîgeha Sîncanê li dijî HDP’iyan gotinên bi heqaret ên li dijî civaka ermenî kirin.
Li ser vê yekê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn ji grûpê re got “Yên ku beramberî pereyan dirûşm berz dikin wê nikaribin HDP’ê bêdeng bikin. Yên ku bi pereyan dirûşman berz dikin ev in.”
Koma nijadperest xwest êrişî parlamenterên HDP’ê bike. Li ser vê yekê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê xwest bi amîrek polîsan re hevdîtin bike.
Di vê navberê de kesek ji nava komê ku digot “Ez ji Weqfa Malbatên Şehîdên Emniyetê me” hat ber Kaçmaz û hewl da êriş bike. Kaçmaz got “Ez ne bi we re ez dixwazim bi karmendek rayedar re hevdîtinê bikim."
Polîsan her çiqas xwest kesê êrişkar ji Kaçmaz dûr bike jî lê ji grûpê re dengê xwe nekir û ji hewldana êrişkirina wan re nebû asteng.
Polîsan bi darê zorê xwest Kaçmaz biçe eywana danişînê. Kaçmaz jî wiha bersiv da polîsan: “Naxêr naxêr divê hûn wan ji vir derbixin. Di hundirê avahiya cemaweriyê de çawa dikarin çalakî li dar bixin."