Doza DÎAYDER'ê dê di 21'ê Sibatê de berdewam bike
Melayên ji doza DÎAYDER'ê tên darizandin diyar kirin ku xebatên komeleya ku ji 10 mîlyon kesî re xizmetê dike ne derqanûnî ye û gotin: "Em qebûl nakin ku DÎAYDER weke qûrban were hilbijartin."
Melayên ji doza DÎAYDER'ê tên darizandin diyar kirin ku xebatên komeleya ku ji 10 mîlyon kesî re xizmetê dike ne derqanûnî ye û gotin: "Em qebûl nakin ku DÎAYDER weke qûrban were hilbijartin."
Li dijî meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Meleyan (DÎAYDER) di 3’yê Tîrmehê de operasyona destgîrkirinê hatibû kirin û 28 kes hatibûn binçavkirin. Tevî Serokê Komeleyê Ekrem Baran 8 kes di 9’ê Tîrmehê de hatibûn girtin. Baran jî di nav de 8 jê girtî 23 kes îdiayên wek “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” tên darizandin. Der barê 5 kesan de jî biryara dozvenekirinê hat dayîn. Danişîna ewil a doza meleyan li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Serokê DÎAYDER’ê Mele Ekrem Baran, endamên komeleyê Hafît Tunç, Nezîr Erdemcî, Mehmet Emîn Aslan, Sefa Mehmetoglu, Aydin Ayhan û Mehmet Înan ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ne bi riya SEGBÎS’ê beşdarîdanişînê bûn.
Endamên DÎAYDER’ê yên di hepsa malê de jî li eywana danişînê amade bûn. Parlamenter û rêveberên HDP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl û komek parêzer danişînê dişopîne.
Di dozê de parastin hatin kirin. Endamên DÎAYDER'ê yên ku parastin kirin, destnîşan kir ku xutbe û weazên bi Kurdî ne sûce, lê mixabin ji ber vê yekê ew hatin girtin.
'DÎAYDER JI 10 MÎLYON MIROVAN RE XIZMETÊ DIKE'
Ji girtiyan Mehmet Emîn Aslan axivî û diyar kir ku DÎYADER weke ku tê îdiakirin kiryar û çalakiyên derqanûnî nekiriye. Aslan anî ziman ku DÎAYDER xizmetê ji 10 milyon kesî re dike, lê ne girêdayî tu rêxistinê ye û got: “Em qebûl nakin ku DÎAYDER ji ber windakirina hilbijartina ÎBB’ê weke qûrban bê hilbijartin. Em welatiyên vî welatî ne. Mafê me heye ku em li her derê bixebitin."
Aslan anî ziman ku ÎBB'yê Komîsyona Baweriyan ava kir û kesên ji gelek ol û mezheban tevlî vê komîsyonê bûne. Aslan destnîşan kir ku wan jî weke DÎAYDER'ê serlêdan kirine û got:“Di qonaxa serîlêdanê de me belgeyên xwe pêşkêş kirine û di aliyê xebatê de tu kêmahî nehatiye dîtin.“
Aslan anî ziman ku beriya îdianame were amadekirin ew wekî "terorîst" hatine destgîrkirin û wiha got: "Di nava 10 salan de çima destê me negirtin û em radestî dozgeriyê nekirin? Texmîna bêgunehiyê jî li ber çavan nehat girtin. Divê tu kes ji ber mezheb û baweriya xwe neyê darizandin“
Aslan bal kişand ser peyva "Cûda" ya di hevoka Mehmet Akîf Ersoy a "Kî wê min ji welatê min derbixîne, cûda" de û got:“ Ev peyv di Kurdî de jî heye, Ersoy jî bi kar tîne, lê ev peyv û peyvên bi vî rengî bi hev ve bi PKK’ê ve girêdidin.“ Aslan diyar kir ku heman peyv di TRT 6 a ku bi Kurdî weşanê dike û li zanîngehên ku perwerdeya bi Kurdî didin jî tên dayîn. Ev peyv ji dîroka PKK, TRT 6 û wan zanîngehan kevntir in.“
‘EM BIRATIYA GELAN DIXWAZIN‘
Di berdewamiya axaftinên xwe de Aslan, got: "Eger kesên ku dixwazin feraseta Saddam li Rojhilata Navîn biparêzin hebin, bila dev ji vê hezkirinê berdin. Tişta ku em dibêjin rastiya Quranê ye. Em li vî welatî biratiya gelan dixwazin. Divê em li ser diwarê Îslamê rêzdariyê danîn. Rêya bihuştê di ber gel re derbas dibe. Divê hûn bibin yek ji gel. Divê tewanbariyên li hemberî me di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de bên girtin û xwest bê berdan.“
Doz bi parastina parêzeran berdewam kir. Piştî parastinê şandeya dozê biryar da ku doz di 21’ê Sibatê de berdewam bike.
Dadgehê jî roja Duşemê biryar da ku dê der barê daxwazên tehliyeyê de raya dozgeriyê bixwaze.