Doza 7 welatparêzên Kurd ên li Damîmarkayê dest pê kir

Doza 7 welatparêzên Kurd ên li Damîmarkayê dest pê kir

Dadgeha Bilind a Denmarkê ji bo doza 7 welatparêzên Kurd ên ku di meha borî de hatibûn girtin, civiya.

Polîsên Denmarkî di 18’ê îlonê de bi ser gelek mal û kargehên Kurdan de girtin û di encamê de7 Kurdên -ku temenê wan di navbera 27-71 saliyê de girtin. Rûniştina yekemîn a doza 7 Kurdan îro dest pêkir û heta saet 17 berdewam kir.

Gava ku rûniştina dozê saet 9 dest pê kir, bi dehan Kurd li ber dadgehê civiyan û heta saet 17 li wir man. Duwemîn rûniştina dozê sibê ye û rûniştina dê 30 cotmehê pêk bê jî rûniştina biryarê ye.