Doz li Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn hate vekirin
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren ji ber ku nerazîbûn nîşanî doza li dijî bavê Denîz Poyraz Abdulîllah Poyraz da, kete ber dozê.
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren ji ber ku nerazîbûn nîşanî doza li dijî bavê Denîz Poyraz Abdulîllah Poyraz da, kete ber dozê.
Derbarê bavê Denîz Poyraz a di encama êrişa çekdarî ya Onûr Gencer a li ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hate qetilkirin, Abdulîllah Poyraz de ji ber hevpeyvîna dabû Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Derbarê Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku li ser medyaya dîjîtal bertek nîşanî vê doza hatiye vekirin da de lêpirsîn hate destpêkirin.
Dozgerê ku derbarê bav Poyraz de lêpirsîn dabû destpêkirin, piştî parvekirina Keskîn, giliyê wê kiribû. Lêpirsîna piştî vê giliyê hatibû destpêkirin, temam bû û derbarê Keskîn de îdianame hate amadekirin.
Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê îdianame qebûl kir û wê danişîna ewil a dozê di 23’yê sibatê de were lidarxistin.
Di îdianameyê de derbarê Keskîn de bi îdiayên “Heqaret” û “Hedefgirtina kesên ku di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine” ji 3 mehan heta 5 salan cezayê hefsê hate xwestin.
Keskîn a derbarê wê de doz hate vekirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Ji ber parvekirina min a daxuyaniya bavê Denîz Poyraz a ji aliyê kujerê nîjadperest ve hat qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran dozeke din li min hatiye vekirin. Darazeke ku nizane ji êşa bavekî xemgîn re rêzê bigire.”