Doz li du nûçegihanên din vekirin

Doz li nûçegihan Muhammed Enes Sezgîn û Sena Dolar vekirin.

Daraza Tirk doz li nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Muhammmed Enes Sezgîn û nûçegihan Sena Dolar vekir. Di îdîanameyê de ji bo Sezgîn û Dolar ji 1 sal û  mehan heta bi 3 salan ceza hate xwestin. Dadgeha Cezayê ya Esliyê ya 10'an a Buyukçekmeceyê îdîaname qebûl kir.

Di îdîanameyê de dirûşmên,''Bijî 1'ê Gulanê'' û ''Em ê veneqetin li ber xwe bidin'' weke sûc hatie dîtin.

Rûniştina dozê taloqî 31'ê Adara 2022'an kirin.