Dostekî Swêdî yê Kurdan jiyan xwe ji dest da

Dostê Kurdan û yên gelên bindest lîderê berê yê Partiya Çep C.H. Hermansson şevê din li Stockholê jiyan xwe ji dest da.

Hermansson, sala 1946’an weke serokê giştî yê ku wê demê navê wê Partiya Komunîst a Swêdê bû, hate hilbijartin. Partiya di seroktiya Hermansson de bû ku sala 1967’an navê Partiya Çep bû ‘’Komunîst’’, dagirkirina Çekoslavakyayê ya ji hêla Yekîtiya Sovyetê ve rexne kir û têkiliyên xwe ji Sowyetan birî.

Hermansson di 1975’an de dev ji seroktiya partiyê berde û demekê wekîltî kir. Piştî komkujiya Halepçeyê di ‘’Komîteya Swêdê ya ji bo Mafê Mirovan a ji bo Kurdan’’ de pêşî weke rêveber cih girt û piştre jî bû serokê wê. Komîte, dema ku di seroktiya Hermansson de bû ji bo piştevaniya li çar parçeyên Kurdistanê gelek çalakî li dar xistin.

Hermansson têlildarî nakokiyên çîna karkir a Swêdê û yekdestên mezin ên Swêdê û malbatan çend pirtûk li qelem dan. Ji ber dilnizmî û deqerûtiya xwe û helwesta xwe ne tenê di nav Partiya Çep de di nav gelê Swêdê de pir jê hate hezkirin.

Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt di axaftina xwe de ku piştî mirina Hermansson kir, got, li Swêdê tiştek ji afirandina partiya çep a serbixwe ne girîngtir e û got, hemû jiyana wî bi vê kêferatê derbas bûye.

 Hermansson heya ku mir jî, di wê yixtiyariya xwe de jî çavê wî li ser geşedanên Swêdê û dinyayê bû û tevlî hin çalakî û civînan dibû. Di 2013’an de dema ku Serokkomarê Tirk Abdullah Gul ziyaret kirî, gotareke bi navê ‘’Kurdistan çiye?’’ weşand û behsa giringiya piştevaniya ji bo têkoşîna Kurdan kir.

Hermansson diyar kir, Kurd yek ji wan kêm gelan e ku xaka wan di navbera Tirkiyê, Iraqê, ,Îranê û Sûrî û Yekîtiya Sowyetan de hatiye dabeşkirin û ne xweyî dewletekê ne û gotibû, ‘’Di nav xebatên partiya me de piştevaniya ji bo têkoşîna gelê Kurd a ji bo mafên mirovan, cihekî girîng digire. Ev, ji ber sedema ziyareta Serokkomarê Tirk dîsa rojane bûye. Lê divê neyê jibîrkirin Kurd tenê li Tirkiyê najîn, weke ku min li jorê jî diyar kirî li welatên din jî dijîn. Piştevaniya li têkoşîna gelê Kurd a ji bo mafên mirovan ji bo welatên dî jî derbasdar e.’’