BI DÎMEN

Dokûmantera "Jiyana min her şer bû" bi zimanên Îngilîzî û Fransî jî hat amadekirin

Dokûmantera li ser jiyana yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) ya li Parîsê hat qetilkirin, bi zimanên Îngilîzî û Fransî jî hat amadekirin.

Dokûmantera li ser jiyana yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) ya li Parîsê hat qetilkirin, bi zimanên Îngilîzî û Fransî jî hat amadekirin. Fragmanên dokûmanterê yên bi van zimanan, hat weşandin.

Dokûmanter wê bi navê "Jiyana min her şer bû" ya pirtûka Cansiz bê weşandin. Ji bo dokûmantera ku xebatên wê di Gulana 2013'an de destpê kir, li Tirkiye-Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê, ekîbên jinan xebitîn.

KEDA JINAN

Ji şagirtên derhênerê gerîla Halîl Ûysal, Dêrsim Zêrevan derhêneriya dokûmanterê kir. Fîlmê dokûmanter ji aliyê Bîrcan Delal Yildiz, Elîf Engîl Şîmşek û Şehbal Şenyûrt ve hat çêkirin.

ZÊDEYÎ 70 HEVDÎTIN HATIN KIRIN

Çîroka dokûmanterê li gorî pirtûka "Jiyana min her şer bû" ya Sakîne Cansiz a ji sê bergan û rojnivîsên Cansiz ve ji aliyê jinan ve hat nivîsandin. Tevî salên zarokatî, ciwantî û girtîgehê yên Cansiz, bi 70 kesên şahidî ji têkoşîna Cansiz a li Rojhilata Navîn, Çiyê û Ewropayê re şahidî kirin, hevpeyvîn hat kirin. Muzîkên dokûmanterê jî ji aliyê Mikaîl Aslan û Cemîl Koçgirî ve hat amadekirin.

Dokûmanteran ku bi qasî 100 saetan hat kişandin, wê bi 1 saet 35 deqeyan derkeve pêşberî temaşevanan.

BI 7 ZIMANAN HAT TERCÛMEKIRIN

Dokûmantera ku zimanê xwe yê bingehîn Kurmancî ye, bi zimanên Tirkî, Îngilîzî, Elmanî, Îtalyanî, Flamanî û Fransî hat tercûmekirin. Bi vî rengî wê jiyana têkoşer a Cansiz ji gelên din re jî bê ragihandin. Çêkerên dokûmanterê ragihandin ku ji bo bi zimanên Spanî, Farsî û Erebî tercûme bikin, xebatên wan dewam dikin.

GALA WÊ DI SALVEGERA KOMKUJIYÊ DE BÊ KIRIN

Gala dokûmanterê wê di hefteya destpêkê ya meha Çileyê dema qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de were kirin. Gala dokûmanterê wê li Parîs û Amedê di heman demê de were kirin. Fîlm ji bo nîşandanê wê ji festîvalên fîlman re bê şandin.