DOKH: Em ê tevlî berxwedana Mêrdînê bibin
DOKH: Em ê tevlî berxwedana Mêrdînê bibin
DOKH: Em ê tevlî berxwedana Mêrdînê bibin
Rawestandina konvoya alîkariya însanî ya ji bo Rojava ya li ser sînorê Dirbêsiya Qoserê, li nerazîbûna Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) rast hat. DOKH'ê bang li civata xwe ya li bajarên derdorê kir ku tevlî berxwendana Mêrdînê bibin.
Di daxuyaniya nivîskî ya li ser rawestandina konvoya alîkariyê ya li bajarokê Dirbêsiyê yê navçeya Mêrdîn Qoserê de DOKH'ê got, "Em bang li hemû civata xwe ya li bajarên derdorê dikin ku beşdarî berxwedana li Mêrdînê bibin."
DOKH'ê bal kişand ser êrîşên hêzên çete yên li dijî gelê Rojava û got, "Alîkariya dewlet û hikûmeta AKP'ê ya ji bo hêzên çeteyan, ji aliyê ti Kurd, şoreşger û demokratên bi rûmet ve nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk bi helwesta xwe ya li dijî statuya Kurdan a li Rojava, sekna xwe diyar kiriye. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa Bakurê Kurdistanê ye. Nêzîkatiya li Rojava, nêzîkatiya li Kurdên li Bakurê Kurdistanê bi xwe ye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku deriyên sînor ji bo rêxistinbûyîna şer a çeteyan her tim vekiriye, lê belê ji bo Kurdan, di warê alîkariya însanî û tîcarî de her tim girtiye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi vê yekê re dixwazin Kurdan têxin bin ambargoyê. Hûn li welatê kê ambargoyê datînin ser kê, hûn deriyê kê li rûyê kê digirin?"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku konvoya însanî ya ji bo Rojava, ev 2 roj in li bajarokê Dirbêsiyê yê Qoserê tê rawestandin û bang li hemû civata DOKH'ê yên li bajarên derdorê hat kirin ku beşdarî berxwedana li Mêrdînê bibin û li dora Rojava azadiyê biparêzin.