Dogan Erbaş: Siyaseta dewletê ya tolhildanê didome
Erbaş bal kişand ser qetlîama malbata Dedeogûllari di encama zimanê nijandperst û cihêkar û siyasetên bê cezatiyê pêkhatiye û got ku yek ji sedemên herî bingehîn ê kaosa li Tirkiyê jî tecrîd e.
Erbaş bal kişand ser qetlîama malbata Dedeogûllari di encama zimanê nijandperst û cihêkar û siyasetên bê cezatiyê pêkhatiye û got ku yek ji sedemên herî bingehîn ê kaosa li Tirkiyê jî tecrîd e.
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dogan Erbaş derbarê êrîşên li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn ji ANF’ê re nirxand.
Erbaş diyar kir ku sedemê bingehîn ê kaosa li Tirkiyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zêdebûna êrîşên li ser Kurdan û destnîşan kir ku yekane navnîşana çareseriya pirsgirêkan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û heya tecrîd ranebe wê ti pirsgirêkek neyê çareserkirin.
‘BERPİRSİYARÊ WÊ DESTHİLAT E’
Dogan Erbaş di dewama nirxandinên xwe de bal kişande ser zêdebûna êrîşên li ser Kurdan û wiha pêde çû: “Li Afyon, Enqere û Konyayê li pey hevdu li hemberî Kurdan êrîş çêbûn. Li gorî me sedemê wê yê bingehîn nêzîkatî û zimanê desthilat û bi taybetî hevkarê wê yê biçûk yê cihêkarî, nefret û kînê pêşdixîne û armanc nîşan dide ye. Desthilatdarî bi temamî ji wê yekê berpirsiyar e.”
‘HER ROJA KU ABDULLAH OCALAN DI NAVA TECRÎDÊ DE YE, WATE DEWAMA ŞER’
Rêveberê HDP’yî Erbaş tekez kir ku êrîşên ku her diçe zêde dibin û dewam dikin di encama siyaseta bê çaretiya di pirsgirêka Kurd de û tecrîda mutleq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikeve holê.
Erbaş diyar kir ku li her dera Tirkiyê astengiyên ku li pêşberî siyaseta demokratîk, mafê azadiya fikir û raman û siyasetkirinê hene û demokratîknebûyîna çapemeniyê nîşaneya sazîbûna faşîzmê ya li Tirkiyê ye. Her wiha îşare bi domkirina pergala êşkence û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Divê em ti carî ji bîr nekin: ger tecrîd dewam bike, her roja ku Abdullah Ocalan bi tecrîdê re derbas dike tê wateya pêvajoyeke ku şer jî û bêçaretî jî zêde bibe û bidome. Sedemê bingehîn ê wan hemû pêşveçûnên nerênî, zext, êrîş û siyasetên qirkirinê yên li ser Kurdan, tecrîda ku li Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan tê pêkanîn e.”
‘SIYASETA TOLHILDANÊ’
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Dogan Erbaş destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya çareseriyê de ji bo Tirkiyê boriya henasê bû û got ku tecrîd siyaseta tolhildanê ye.
Erbaş anî ziman ku yê hebûna pirsigrêka Kurd derxist holê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir: “Ne kes, di rastiyê de pêşengek e, nûnerê gelekê ye. Dema em li dîroka komarê û siyasetên dewletê temaşe bikin dibînin ku serokên tevgerên di dirêjiya dîrokê de derketinî tine kirin e. Em dibînin ku xwedî feraseta ango em serokê wan tine bikin emê tevger û serhildana wê jî tine bikin in. Nêzîkatiya li hemberî Abdullah Ocalan jî bi heman rengî ye. Bi gotina te çima ev pirsgirêk danî holê, ji Abdullah Ocalan tolê distînin. Ji xwe hemû mesele li vê derê tê girêdan. Xwestin îdam bikin, ceza îdamê hat rakirin, ceza muebbetê ya girankirî lê birîn. Lê siyaseta tolhildanê ya dewletê didome.”
Erbaş her wiha bal kişande ser çareseriya pirsgirêkên heyî yên li Tirkiyê û ragihand: “Heya ku tecrîd ranebe, bidawî nebe, careke din pêvajoya çareseriyê nekeve devrê, hevdîtinên parêzer û malbatê ya bi Abulldah Ocalan re destpê neke, çareseriya mayînde ya pirgirêkan ne pêkan e. Giranî û cidiyeta pirsgirêkê û çareseriya mayînde, demokratîk û rasteqîn a wê encax bi ji nûve ketina devrê ya Abdullah Ocalan re dikare pêk bê. Divê em vê yekê qet jibîr nekin ku heya tecrîd bidome wê Tirkiye demokratîk nebe. Heya ku Tirkiye demokratîk nebe jî wê pirsgirêka Kurd çareser nebe. Ne xwe eger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û weke pirsgirêkeke ewlekariyê bê girtina dest, wê ev pirsgirêkane zêdetir bibin û bidomin.”
‘DIVÊ EM LI DORA ABDULLAH OCALAN HEVBIGIRIN’
Dogan Erbaş destnîşan kir ku tecrîd tercîheke siyasî ye û anî ziman ku ji bo rakirina wê encax bi tercîheke siyasî, wate bi zext xistina li ser bloka desthilat, ferzkirina fikarên civakî û bi gav avêtina desthilat ya di vê mijarê de dikare pêk bê.
Erbaş raporên CPT û biryarên DMME’yê ku dibêjin îro huqûq nayê pêkanîn bibîr xist û got ku ji ber wane nayên cidî girtin nayê wê watê ku emê dest ji têkoşîna huqûqî berdin.
Erbaş bal kişande ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîd û binpêkirina mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin û bang li her kesê kir ku divê li derve piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê.
Di dawiyê de Erbaş diyar kir ku ev demek dirêje ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayên girtin û wiha dewam kir: “Tevî hemû şert û mercên tecrîdê, Abdullah Ocalan ji roja yekem ya anîn Îmraliyê heya niha di nava berxwdaniyeke mezin de ye. Divê em baş wê seknê ku wî bi xwe wek ‘sekna Îmraliyê’ pênase kirî û berxwedaniya mezin a dide ku bi xwe wek ‘ji lihevkirinek bi prensîb re erê, ji tasfiyê re na’ xulasekirî bibînin. Rakirina tecrîdê di heman demê de divê em têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin û li dora Abdullah Ocalan hevbigirin.”