Dogan: Êdî canên Îzmîrî û Elewiyan li Meclîsê hene

Dogan got, "Êdî can, hevrêyên Elewiyan li Meclîsê hene. Di her kêliyê de em ê xwe bigihînin hev. Em bi pirsgirêkên bawerî, rê û erkana xwe dizanin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê bixebitin."

Yekane parlamenterê Elewî yê Îzmîrê Muslum Dogan got, "Êdî can, hevrêyên Elewiyan li Meclîsê hene. Di her kêliyê de em ê xwe bigihînin hev. Em bi pirsgirêkên bawerî, rê û erkana xwe dizanin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê bixebitin."

Parlamenterê Herêma 2. ê Îzmîrê yê HDP'ê Muslum Dogan ji ANF'ê re axivî.

Dogan da xuyakirin ku neteweya demokratîk projeya welatê hevpar a ku gelan nîşan dane ye û got, "Di nava vê projeyê de Elewiyan asta ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd gihaştiye fêm kir û di nava têkiliyeke hevrêtî û munasip de ji bo pirsgirêkên civakî çareser bikin, wezîfe girtine ser xwe. Em pêkhateyeke neteweya demokratîk in. Ji bo vê bi pêş bixînin, ji bo baweriyan azad bikin û ji bo jiyana bi hev re hêsan bikin em hatine."

Dogan diyar kir ku ew nûnerê Îzmîrî û Elewiyan e û ji ber gelê Îzmîrê berê xwe da HDP'ê gelekî kêfxweş e. Dogan got, "Gelê Îzmîrê biryar daye ku ev projeya hevpar, jiyana bi hev re çiqasî watedar e. Di serî de Elewî em ê pirsgirêkên wan li atolyeyan tespît bikin û hewl bidin bi hev re çareser bikin. Êdî li Meclîsê canên Elewiyan, hevrêyên wan hene. Em bi pirsgirêkên bawerî, rê û erkana xwe dizanin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê bixebitin. Em ê bi hev re têbikoş in."