Endama Hîndekariyê ya Beşa Çapemenî û Ragihandinê ya Zanîngeha Bîlgî Doç. Dr. Esra Arsan nerazîbûn nîşanî zext û girtinên li ser çapemeniya Kurd da. Arsan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji sala ku wê dest bi rojnamevaniyê kiriye û heta îro di warê zext û qedexeyan de tu cûdahiyek nedîtiye. Arsan destnîşan kir ku nabe tu rojnamevan ji ber saziya ku lê dixebite bê tawanbarkirin û got ku rojnamevan tenê berpirsên rastiyan in. Arsan bêdengiya çapemeniya Tirk a li hemberî vê yekê rexne kir û got; “Dîrok dê binivîse ku ew reben in.”
EM BI FIKAR LÊ DINÊRIN…
Endama hîndekariya Beşa Ragihandin û Çapmeniyê ya Zanîngeha Bîlgî Doç Dr Esra Arsan wiha got: “Di pêvajoyê hesas de yên wekî KCK, Ergenekon, Biryargeha Şoreşgerî de girtin çêdibin. Ev girtin ne li gorî qanûna çapemeniyê ya TCK û peymana navneteweyî ya ku Tirkiyeyê îmze kirine, nayê qebûlkirin.
Arsan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li welatê me li hemberî mafê mirovan, azadiya çapemenî û ramanê, demokrasiyê qanûn Têkoşîna bi Terorê re tê bikaranîn. Bi vê yekê muxalîf, alternatîf, rojnameger, akademîsyen û xwendekar tên girtin. Her wiha delîlên sûc jî di girtinan de wekî hincet tê nîşandan ‘ nûçe nivîsin, civîna çapemeniyê û tevlibûna mîtîngane.”
Arsan got ku îdianame jî li ser van tên amadekirin û ev xebatên ku sûc teşkîl nake jî dibe sedema girtina rojnamegeran. Arsan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rewşa ku qanûn Têkoşîna bi Terorê re têrî girtinan neke de, delîl û şahidên bê bingeh dixin dewreyê. Pêvajoya dozan pir didome û kesên bê suc di girtîgehan de dimînin. Ev sosretiyeke mezin e. Peywira rojnameger eve ku karên şaş yê dewletê derxe holê. Mînak îşkence û muamaleya xerab a li dijî zarokan. Ev nûçeyeke pir baş bû. Ji ber ku pir şaşe ku zarok di odeyên mezinan de dimînin. Dewletek nekare van zarokan biparêze. Ger ku rojnamegerek nûçeya vê çêbike û bê girtin û her wiha damgaya ‘terorîst’ bixwe, li wir pirsgirêkek cidî ya demokrasiyê hye. Pirsgirêka azadiya çapemeniyê û mafê mirovan heye. Mixabin em jî vê rejîmê dijîn.”
ROJNAMEGER DIKARE LI HER DERÊ BIXEBITE
Doç Dr Esra Arsan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rojnameger li hemberî rastiyan berpirsyarin. Rojnamegerên girtî ji ber saziyên kut ê de xebitîne tên sûcdarkirin. Rastiya nûçeyê, hevsegî û adilbûna nûçeyê di bin berpirsyariya rojnameger de ye. Ger ku nûçe ne rast be zagon dê ji rojnameger hesab bipirse. Lê ji ber ku rojnamegereke di rojnameyeke îdeolojîk dixebite, nikare bê sûcdarkirin. Nikare terorîst bê îlankirin. Dema mirov li dozên çapmeniyê û TMK’ê dinêrin herî zêde çapemeniya kurd û çapmeniya çepgirt di bin zextê de ne. Belê mirov pir vekirî dibînin ku ev rojnameger muhalîfên desthilatiyê ne.”
BERÊ DIKUŞTIN ÎRO DAVÊFJIN ZINDANAN
Arsan bal kişand ser pêkanînên dij-demokratîk yên hikûmeta AKP’ê û salên xwe yên pêşî yên rojnamegeriyê vegot: “ Min di sala 1980’î de dest bi rojnamegeriyê kir. Dema darbeyê bû. zext, qedexe hebû. Lê tu cudahî ji roja îro nîne. Nivîsek li jî derbeya 1980’ê nivîsandin qedexe bû. lê pitşî salên 1983’an dikarîbû hikûmet bihata rexnekirin. Nelêrîtî dikarîbû bihata nivîsin. Li ser fînans û aboriyê dikaribû rexneyên giran bihata kirin. Ji bo Semra Ozal nûçeyên ‘Lale devrî’ dihatin çêkirin. Îşkenceya polîs li kovaran dibû manşet. Di salên 90’î de şewatên gundan, valakirina gundan, kuştinên kiryar nediyar, kuştina rojnamegeran nedihat nivîsin. Lê dîsa rojnamegerên kurd cesaret kirin û ev nivîsin. Di salên 90’î de rojnameger di kuştinên kiryar nediyar de dihatin kuştin. Îro jî rojnameger tên girtin. Nakujin lê davêjin zindanan.”
Arsan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li hemberî vê zexta li ser rojnamegeran bê dengiyek heye. Lê li gorî min dê dîrok vê çapameniya serdest wekî çapemeniya bindest binivîse. Mixabin li hemberî vê bêdengiyek heye. Dîrok dê vê jî binisîvine. Rojnamegerên ciwan di girtîgehan de bê deng hatine hiştin.”