Ji hîndekarên Zanîngeha Calabrîa ya Îtalyayê Doç. Dr. Laûra Marîa Corradî destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk nîşaneya tirsa wê ya ji sembola rêya azadiyê ye.
Doç. Corradî ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiryareke zalimane ye, ev yek ji aliyê rêxistinên navneteweyî, komên alîkariyê yên mirovî û hin hikumetan ve hatiye piştrastkirin. Doç. Corradî bi bîr xist ku zêdeyî 30 meh in parêzer û malbat nikarin hevdîtinê bikin, bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin û bal kişand ser fikarên têkildarî jiyana Ocalan.
NÎŞANEYA TIRSA HIKUMETA TIRK E
Doç. Corradî destnîşan kir ku hikumeta Tirk mafên mirovan bi vî rengî binpê dike, hêza xwe bi rengekî nebaş bi kar tîne û got, ev yek jî nîşan dide ku li hemberî sembola rêya azadiyê ya bi dehan salan di kîjan astê de ditirse. Doç. Corradî wiha dewam kir, "8'ê Cotmehê salvegera 25'an bû ku Abdullah Ocalan bi soza penaberiya siyasî hatibû Îtalyayê, hatibû welatê min. Tevî Dîno Frîsûllo û Îtalyayiyên din hatibû. Hikumeta soza ku dabû, bi cih neanî. Piştre jî ew birin Kenyayê û ji wir revandin Tirkiyeyê. Piştî ku bi rengekî neqanûnî ew girtin, hingî mafê penaberiya siyasî dan wî."
JI ŞERT Û MERCÊN GRAMSCÎ BÊHTIR GIRAN E
Doç. Corradî anî ziman ku Abdullah Ocalan li gel zilma ku li nava sîstema tecrîdê ya Îmraliyê lê tê kirin jî sîstema şaristaniya navendî analîz kir û destnîşan kir ku şert û mercên li Îmraliyê ji şert û mercên girtîgehê yê komunîstê Îtalyayî Antonîo Gramscî jî girantir e. Doç. Laûra Marîa Corradî got, "Civaka navneteweyî ya ku piştgiriyê dide daxwaza azadiyê ya gelê Kurd, têkildarî bûyerên bi serê Abdullah Ocalan ve hatine, van salên dawî dibe xwedî agahiyên berfireh. Eleqeya ji bo nivîsên wî yên 20 salan, her wiha bandora fikrên wî yên azadiyê li ser sed hezaran mirovî tê zanîn. Bi dîtina min divê ev yek neyê jibîrkirin. Gelek pirtûkên ku Abdullah Ocalan di dema destpêkê ya girtîgehê de nivîsî ku pirtûka Sosyolojiya Azadiyê jî di nav de ye, bi gelek zimanan hatin weşandin û ev yek gelekî girîng e. Li hucreya lê tê girtin, carna pênûs bi xwe jî dihate qedexekirin. Tevî vê yekê jî danheviya kapîtalîst, dewlet û baviksalarî di asta herî bilind de analîz kir û tevkariyeke mezin li têkoşîna azadiyê ya gelek mirovan kir. Di pirtûka xwe de qala çîkçîka çivîkek li qefesê dike. Ev yek gelekî bi bandor e. Ji ber ku dibêje ev yek peyameke azadiyê ye, daxwaza azadiyê ye. Pirtûkên wî jî strana çivîka li qefesê ye."