DMME’ê der heqê mirina Gulperî O. de daxwaza lêpirsînê kir
DMME’ê der heqê mirina Gulperî O. de daxwaza lêpirsînê kir
DMME’ê der heqê mirina Gulperî O. de daxwaza lêpirsînê kir
DMME’ê diyar kir ku Gulperî O. ya ku di sala 2005’an de jiyana xwe dest daye dibe ku ji aliyê hevserê xwe ve hatibe kuştin û daxwaz kir ku lêpirsîn dîsa vebe. Her wiha 22 hezar Euro ceza li Tirkiyeyê birî.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de diyar kir ku Gulperî O. ya 26 salî ku li Serwîsa Welîdinê ya Nexweşxaneya Tipa Zanîngeha Egeyê hemşîretî dikir, di sala 2005’an de tevî ku di mîdeya wî de derman tunebû, bi tespîta întîxar kiriye, lêpirsîn hatiye girtin û biryar da dibe ku ji aliyê hevserê xwe hatibe kuştin. Her wiha 22 hezar Euro ceza da Tirkiyeyê.
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Gulperî O., tevî ku ji aliyê nexweşxaneyê hatibû gotin ku derman xwariye, di rapora otopsiyê de derman di mîdeya wê de nehatibû destpêkirin. Roja bûyerê îfadeya hevserê wê O.O. hat girtin û hevserê wê gotibû bi hevsera xwe pevçûye, lê êrîşa fizîkî nekiriye. tevî vê îfadeyê jî dozgeriyê ji bo îfadeyê gazî hevserê wê nekiribû. Di 2006’an de bi tespîta întîxarê lêpirsîn hat girtin û dayika Gulperî O, Umran Durmaz diyar kir ku keça wê ji aliyê hevserê xwe şîdet dîtiye û ji bo der barê mirina wê de lêprsîn bê kirin serî li DMME’yê dabû.
Parêzer Umît Kiliç da zanîn ku ev biryar ji bo hemû dozên bi heman rengî, mînak e.