'Divê mafê Êzidiyan bê ewlekirin'

'Divê mafê Êzidiyan bê ewlekirin'

Hevserokê FKÊ Alî Atalan di axaftina xwe ya li konferansa bi mijara 'Rojhilata Navîn û Êzidî' ya li Parlamenta Ewropayê de got, "Ji bo komkujiyên di demên berê de bi serê Êzidiyan hatine dubare nebin, divê mafê wan ê xweseriyê bê ewlekirin."

Parlamenta Ewropa ya li paytexta Belçîka Brukselê, ji konferanseke bi mijara 'Rojhilata Navîn û Êzidî' re mêvandarî kir. Konferans bi hevkariya, ji koma Sosyal Demokratan a Parlamentê Ana Gomes, HDP, Federasyona Komeleyên Êzidiyan û Estîtuya Kurd a Brukselê ve di 19'ê Mijdarê de hat organîzekirin.

Rayedarên hikûmeta Belçîkî, parlamenterên Parlamenta Ewropayê, nûnerên Başûrê Kurdistanê yên li Ewropayê jî di nav de nêzî 300 kesî konferans şopandin. Di konferansê de trajediya li Şengalê ya bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê re destpê kir û rewşa Kurdên Êzidî ya ketiye rojeva raya giştî ya navneteweyî, hatin nirxandin.

Konferansa ku Ana Gomes axaftina vekirinê kir, ji Koma Sosyal Demokratan Josef Weidenholzer jî moderatoriya wê kir. Di Konferansê de Hevserokê FKÊ Alî Atalan, Berpirsyarê FKÊ yê Têkililyên Derve Fîkret Îgrek, Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû û Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Rîma Tuzun axivîn.

'DIVÊ ÊZIDÎ BIBIN XWEDÎ STATUYEKÊ'

Parlamenter Gomes di axaftina xwe ya vekirina konferansê de, diyar kir ku lidarketina konferanseke bi vî rengî li Parlamenta Ewropayê girîng e. Gomes bibîr xist ku Êzidiyatî yek ji baweriyên herî kevin ên Mezopotamyayê ye û anî ziman ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de bi hezaran Êzidî hatine qetilkirin, jin li bazaran mîna koleyan hatine firotin. Gomes got, "Jiyanek di bin siya vê ferasetê de nabe. Lewma divê li herêmê bibin xwedî statuyekê."

'EGER DESTWERDAN NEYÊ KIRIN DIBE KU ÊZIDÎ TINE BIBIN'

Hevserokê FKÊ Alî Atalan jî, di axaftina xwe de bal kişand ser statuya Êzidiyan û rêyên çareseriyê yên pirsgirêkên heyî. Atalan diyar kir ku bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya di 3'ê Tebaxê re fermana 73'an bi serê Êzidiyan rabûye û got, "Ev yek jî nîşan dide, ku mejiyê qetlîemkar ên li ser Êzidiyan, hînê dewam dike. Di qirkirinê de herî kêm 5 hezar mirov hatin qetilkirin, ewqas kes jî hatin revandin. Bi hezaran jin hatin revandin û li bazaran mîna koleyan hatin firotin. 350 hezar mirovên me neçar man koç bikin, li welatê xwe bû penaber û neçarî alîkarî ma. Niha 10 hezar Êzidî li çiyayê Şengalê asê mane. Eger saziyên navneteweyî û hêzên xwedî bandor dest li rewşê wernedin, dibe ku Êzidiyên ku yek ji civakên kevnare yên cîhanê ye, tine bibin. Lewma em banga çalakiya lezgîn dikin. Pêwîste hêzên navneteweyî tavilê dest li rewşê werdin."

Atalan da xuyakirin, ku komkujiyên di tevahiya dîrokê de bi serê Êzidiyan de hatine, bi destnîşankirina statuyek ji bo Êzidiyan dikarin bi dawî bibin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji bo Êzidî di rewşeke demokratîk û asayî de jiyaneke azad bijîn, statuyeke xweser di nava Kurdistanê de şert e. Civaka Êzidî ancax bi vî rengî dikare bi awayekî azad û ewle bijî. Ev nebe, mafê jiyanê yê vê civaka baweriyê nîne. Komkujiyên beriya niha, ji bo vê rastiyê, mînakên şênber in. Eger statuyek nebe, dîrok wê her tim xwe dubare bike."

Atalan diyar kir ku divê ev xweserî di nava Kurdistanê de be û anî ziman, ku li şûna bi Bexda yan jî cihekî din ve girêdayî be, herêmeke ewle ya di bin çavdêriya NY de dikare bê ragihandin. Atalan ragihand ku ew ji bo vê herêmê jî sê xalan dixwazin û got, "Ya yekemîn: Li herêma xweser divê Êzidî xwe bi xwe birêve bibin. Ya duyemîn: Divê sîstema parastina navxweyî û ewlekariyê were avakirin. Ya sêyemîn jî: Divê sazîbûna aboriya wê çêbibe."

'DÎROKA ÊZIDIYAN BI TRAJEDIYAN DAGIRTÎ YE'

Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya FKÊ Fîkret Îgrek jî, li ser dîroka Êzidiyan û komkujiyên lê rast tên de, pêşkêşiyek kir.

Îgrek da zanîn ku dîroka Êzidiyan dîroka qirkirin û trajediyê ye û diyar kir, baweriya herî kevin a Mezopotamyayê Êzidiyatî xwe dispêre salên 7 hezarî yên Berî Mîladê. Îgrek da xuyakirin ku ev civaka baweriyê her tim li êrîşa Ereb, Acem û Osmaniyan rast hatiye û bibîr xist, ku zextên li Êzidiyan tê kirin, di ragihandina Komara Tirkiyeyê de jî dewam kiriye. Îgrek got, "Li Bakurê Kurdistanê Êzidî timî di bin zextê de jiyan.Di encama zext û şîdeta navbera salên 1980 û 1990 de, bi deh hezaran Êzidî neçar man birevin Elmanya û welatên din ên Ewropayê."

Fîkret Îgrek diyar kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxê nîşan dide, ku dîroka komkujiyan a li hemberî Êzidiyan dubare bûye û anî ziman, ku ev yek fermana 73'an e.

'TIRKIYE DI SER PENABERÊN KURD DE SIYASETÊ DIKE'

Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû jî, di mijara penaberên li Bakurê Kurdistanê de, berpirsyariyên Ewropayê bibîr xist. Dorû bal kişand ser dîroka Kurdistanê û diyar kir, ku bi peymana Lozanê re dîroka Kurdan hatiye guhertin.

Dorû bibîr xist, ku Kurd li Rojhilata Navîn di bin zexteke mezin de ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi hezaran Kurdên Êzidî hatine qetilkirin û bi sed hezaran jî ji cih û warên xwe hatine kirin. Ev rewş ji bo Rojava û Kobanê jî derbas dibe. Niha bi sed hezaran Kurd, penaber in. Saziyên Kurdan li gorî derfetên xwe hewl didin çareseriyê peyda bikin. Dewleta Tirk alîkariyê nade. Bi tenê li ser penaberan siyasetê dike. Ji Rojava nêzî 190 hezar mirov hatin. Lê belê Tirkiye alîkariyê dide bi tenê 6 hezar ji van. Alîkariya ji bo penaberên din ji aliyê gelê Kurd û şaredariyan ve tê kirin. Yekîtiya Ewropa divê alîkariyê bi rêya Yekîtiya Şaredariyên GAP'ê ve bike."

Dorû da zanîn ku li cîhanê gelek gel xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ne, lê belê gelê Kurd ê xwedî nifûseke ji 40 mîlyonî ye, di rewşeke bê statu de dijîn û got, "Ev cihê xemgîniyê ye."

'SURYANÎ JI SER AXA XWE HATINE SIRGÛNKIRIN'

Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Rîma Tuzun jî li ser rewşa polîtîk a Asûrî-Suryaniyan pêşkêşiyek kir. Tuzun behsa dîroka Suryaniyan kir û got, "Gelê Suryanî yek ji gelên herî kevin ê Mezopotamyayê ye. Dîroka vî gelî xwe dispêre bi hezaran salan. Ev der war û welatê me ye. Lê mixabin realîte îro gelekî cuda ye. Komkujiyên dîrokî yên li hemberî Êzidiyan hatin kirin, li hemberî me jî hatin kirin. Lewma Asûrî-Suryanî îro neçar maye koçî çar aliyên cîhanê bikin."

Rîma Tuzun ragihand, ku li gel vê trajediyê jî gelê Asûrî-Suryanî xwe li dîasporayê birêxistin kiriye û ji bo mafên xwe têdikoş e. Di konferansê de êrîşên li Kobanê jî hatin şermezarkirin û tê payîn ku danezana wê ya encamê îro bê weşandin.