Şeqayiq Newrozî li ser tecrîda tund a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevpeyvînek da Aryen TV’yê û ragihand ku zêdetirî du salan e tu xeberek ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin û got, “Bi fikira min ev mijar mijareke mafên mirovan e. Dema ku em dibêjin têkildarî mafên mirovan e jî, hemû çalakvanên mafên mirovan ji vê yekê berpirsyar in û divê berteka wan hebe. Pêwîst e hemû saziyên mafên mirovan bi awayekî ji awayan beşdarî vê çalakiyê bibin.”
Şeqayiq Newrozî daxwaz kir ku ji bo ku fişar li ser dewleta Tirk çêbe û dawî bi tecrîda li ser Îmraliyê bîne, divê di hemû astan de hewl bên dayîn.
Hevpeyvîn bi vî rengî ye:
Birêz Newrozî wekî hûn dizanin nêzîkî du sal e hikûmeta Tirkiyeyê rê nade ku malbat û parêzer biçin serdana birêz Abdullah Ocalan. Tecrîdeke mutleq li ser birêz Ocalan heye, nirxandina we di vê mijarê de çi ye?
Ew meseleya ku bi ser birêz Ocalan de hatiye, bi taybetî ev du salên borî ne bi her awayî hevdîtin lê hatiye qedexekirin, bi fikira min ev mijar mijareke mafên mirovan e. Dema ku em dibêjin têkildarî mafên mirovan e jî, hemû çalakvanên mafên mirovan ji vê yekê berpirsyar in û divê berteka wan hebe. Pêwîst e hemû saziyên mafên mirovan bi awayekî ji awayan beşdarî vê çalakiyê bibin. Lê belê bi taybetî eger em bixwazin li vê mijarê binêrin, em dibînin ku têkildarî jin, jiyan, azadî û wê tevger û serhildanê ye ku em tê de beşdar in. Mijara serkirdeyên tevgerên alternatîv ên wekî birêz Ocalan girîngiyeke wê ya taybet heye. Dema ku bûyereke wiha taybet bi ser yek ji wan serkirdeyan de tê ku nûnertiya tevgereke alternatîv dike, ji bo me gelek girîng e. Bi fikira min ev rewşa ku bi ser birêz Ocalan de hatiye, ji bo hemû komên azadîxwaz girîng e.
Di vê qonaxê de ku kampanyaya azadkirina birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye, erka çalakvanan çi ye û divê çi bê kirin?
Bi fikira min xerabtirîn tişt ku niha rûdaye, ew e ku çalakvanên mafên mirovan bi helwesteke dûr li vê mijarê dinêrin ku bi ser birêz Ocalan de hatiye. Hetta ez dikarim bibêjim ku çalakvanên mafên mirovan ew tişta ku divê bikin, nekirine. Di vir de mijara medyayê girîng e. Mijara bikaranîna aliyên navneteweyî jî girîng e da ku hikûmeta Tirkiyeyê di vê mijarê de berpirsyar bikin. Hemû ev tişt girîng in û pêwîstî bi karekî seranserî heye. Cihê pirsê ye ku çima heta niha nehatiye kirin, pêwîst e girîngiyeke taybet pê bê dayîn.