Divê girtiyên nexweş Çakal û Polat demildest werin berdan
Hat ragihandin ku rewşa girtiyên nexweş Ahmet Çakal û Ekîm Polat girane û hat gotin ku “Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan.”
Hat ragihandin ku rewşa girtiyên nexweş Ahmet Çakal û Ekîm Polat girane û hat gotin ku “Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan.”
Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, xwest ku girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dimîne were berdan.
Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat (24) ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dimîne, li pêş Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da. Daxuyaniya ku endam û rêveberên ÎHD’ê beşdar bûn pankartên “Girtiyên nexweş ên giran dimirin bêdeng nebe” û “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc dimirin” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de rêveberê ÎHD’ê Muhammed Guneş axivî.
Guneş, diyar kir ku mafên tenduristiyê yê Polat ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin û wiha got: “Nexweşiya KOAH, a dil, penceşêr û rîska felcê heye. Dema bi rê ve diçe lingê wî yê rastê ditevize û lingê xwe yê çepê jî bi erdî re kaş dike û bi rê ve diçe. Wekî din ligel pêwistiya wî ya tedawiya hîpofîz hormonê heye jî tedawiya wî nayê kirin.”
Guneş, bang li rayedaran kir ku li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî berpirsyartiya xwe bi cih bînin û xwest demildest Polat were berdan.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê ji ber şewba vîrûsa koronayê çalakiya “Rûniştina F” a 489’emîn ku balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi awayekî online li dar xist. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Ahmet Çakal ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Şakrana Îzmîrê dimîne. Daxuyanî ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehê Nûray Şîmşek hate xwendin.
Şîmşek, diyar kir ku şûna ku bê cudatî gihiştina mafê tenduristiyê yê girtiyan pêk bînin ji derveyî rewşên lezgîn xizmeta tenduristiyê tê astengkirin û destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş girtigeh bûne malên mirinê.
Şîmşek, da zanîn ku gelek nexweşiyên Çakal ên weke varîs, fitiqa stû, gastrît, alerjî, kîstên dohn, nexweşiya şekirê, amfîzem, mezinbûna prostatê hene û bi lêv kir ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Ataturk a Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmîrê teşhîsa pênceşêra mîdeyî danîye ser Çakal ê ji ber werimîna laşê xwe çûye nexweşxaneyê.
Şîmşek, anî ziman ku nexweşxaneya Çakal lê tedawî dibîne weke “di pêvajoya kemoterapiye de guncav e ku cezayê wî were taloqkirin” rapor dayê û bi bîr xist ku Saziya Tiba Edlî (ATK) jî weke “ku infaza wî were taloqkirin” nêrîna xwe ragihandiye. Şîmşek, da zanîn ku li gel rapora ATK’ê jî dozgeriyê bi hinceta ku “ji bo ewlehiya civakê xetere ye û îtîrafkarî qebûl nekiriye” daxwaza taloqkirina înfazê red kiriye û wiha got: “Îtîrazê biryarê hatiye kirin lê dadgeha înfazê jî red kiriye. Mafê jiyan û tedawiya Ahmet Çakal xistine xetereyê.”
Şîmşek, da zanîn ku li gorî agahiyên parêzerê Çakal dan ji ber kemoterapiyê çûyîna nexweşxaneyê ya Çakal a bi wesayîta rîngê xeter e û diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de her çûyîna Çakal a nexweşxaneyê lê dibe wekî êşkenceyê.
Şîmşek, weke parazvanên mafên mirovan di kesayeta girtiyên nexweşê giran Çakal de ji bo mafên jiyan û tenduristiyê yê hemû girtiyê nexweş were parastin rayedar vexwendin ser peywîrê û bang kir ku Çakal û hemû girtiyên nexweş divê bên berdan.