'Divê em hew xemsar bin û destekê bidin girtiyan'
Alan Ikram Koçar ku kurê wî li girtîgehê di grêva birçîbûnê de ye got: ''Ew dixwazin tecrîd biqede. Em divê destekê bi din wan û hewce be em jî bikevin grêva birçîbûnê. Divê em bes serdar bin.''
Alan Ikram Koçar ku kurê wî li girtîgehê di grêva birçîbûnê de ye got: ''Ew dixwazin tecrîd biqede. Em divê destekê bi din wan û hewce be em jî bikevin grêva birçîbûnê. Divê em bes serdar bin.''
Li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Rabe grêva birçîbûnê ji 27'ê Mijdarê û wir ve didome.
Piraniya kesên ku di grêva birçîbûnê de ne beriya niha jî hin jê 90 rojî, hin jê 89 rojan ketibûn grêva birçîbûnê. Bi qasî 100 girtî beriya niha jî 100-170 rojan di grêva birçîbûnê de mabûn. Li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê ji mêj ve ye maf têne binpêkirin. Gelek caran rêxistinên mafê mirovan û aktivîsên mafê mirovan raporan li ser van binpêkirinan diweşînin. Bi şertên koronayê re ev binpêkirn zêde bûne ku yek ji van jî Girtîgeha Silivriyê ye .
Di doza Bariş Koçar de ku karkerê înşeatê ye û ev heşt meh in ji ber giliyekê ji ber parvekirina medyaya civakî hatî girtin hê îdîanemeya wî jî hazir nebûye. Bavê Koçer Alan Ikram Koçar, ku kurê wî Koçar ê ku di girêva birçîbûnê de ye li Silivriyê av û ceyranê li ser girtiyên grêva birçîbûnê dibirin. Koçar got: ''Ew dixwazin tecrid rabe a rast tecrîd li ser me ye. Hewce bike divê em jî weke wan bikevin grêva birçîbûnê û destekê bidin wan. Divê em bes serdar bin.''
Koçar got tecrîda li Imraliyê bûye tecrîda li ser civakê jî, têkilî hevdîtina bi kurê xwe re ku 28'ê Tîrmehê hev dîtibûn û wiha got: ''Li dijî tecrîda mitleq kurê min dikeve grêvê. Grêva birçîbûnê berê 5 roj bûn niha bûne 15 roj. Em behsa grêvekê dikin ku bi mehan e didome. Ji bo me malbatan giran e. Kurê min av û ceyranê li ser wan dibirin .Dema ku em kincan ji wan re dibin nadin wan. Dixwazin ji kantînê bistînin lê li wir jî biha ye. Ez bang li hemû malbatên girtiyan dikim, bila her kes li zarokên xwe xwedî derkeE, çi kesê xwedî wijdan, hevalên me, em ji zaroyê xwere bibin deng.''
Koçar bi berdewamî diyar kir kesek li çalakiya zaroyên wan xwedî dernakeve li nav civakê serdarî heye, pê nizane bê ka ev ji ber tirsê ye an sersariyê ye lê ew xwe tenê hîs dikin û wiha domand: ''Em zûka ji vê tecrîda zindanan re bidin deng. Bila her kes bihisyar be. Em divê rastiyê bibînin. Li wir nexweşên giran hene û wan nabin revîrê jî. Ev tecrîdeke giran e. Jixwe li ser me jî li derve tecrîd heye.''