‘Divê demildest daxwazên Ocalan bên qebûlkirin’

‘Divê demildest daxwazên Ocalan bên qebûlkirin’

BDP'a Edenê ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş lidarxist. Cigîrê Serokê BDP'a Edeneyê Hasan Kocaman diyar kir ku Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne û divê demildest daxwazên Ocalan bên qebulkirin.

Meşa Edenê ku ji bo tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin li ber avahiya BDP'a Seyhanê destpêkir û heta Parka Abîdîn Dîno dewam kir. Endamê Meclisa Partiyê ya BDP'ê Îbrahîm Yakut, endamê meclisa jinan ya BDP'ê Suzan Kiliç, serokê ÎHD'a Edenê Şahîn Kiliç, seroka TUHAD-DER'a Edenê Saniye Seçkîn, rêvebirên BDP'ê, endamên meclisa ciwanan, MEYADER, NÇM, dayikên aştiyê û gelek kes tevli meşê bûn.

Beriya ku meş destpê bike polîsan avahiya BDP'a Seyhanê dorpêçkirin. Polîs anonskir ku ji bo meşê destur nadin û gel guh neda anonsa polîsan û dest meşê kirin. Polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî li pêşiya meşê barîkat danîn. Piştî hevdîtinan girseyê li ber rê meşa xwe berdewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok jiyan nabe' 'Bijî berxwedana YPG' hatin berzkirin.

'DAXWAZÊN OCALAN QEBUL BIKIN'

Girseya ku heta Parka Abîdîn Dîno meşiyan li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Cigîrê Serokê BDP'a Edeneyê Hasan Kocaman da zanîn ku pêvajoya ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin hatiye asteke krîtîk û heta niha AKP'ê tu gav neavêtiye. Kocaman da zanîn ku Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne, divê daxwaza Ocalan ya heyeta doktoran bê qebûlkirin.

Piştî daxuyaniyê 30 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Piştî çalakiya rûniştinê girseyê dirûşm berz kir û çalakî bi dawî bû.