Însiyatîfa Ji Ocalan re Azadî bal kişand ser greva birçîbûnê yê bêdem-dorneveger ya ku ev 40 roje didome û diyar kirk u ew piştigriyê dibin çalakiyê. Însiyatîfê wiha got: “Ji bo 3’emîn berxwedana zindanên mezin bibe em bang li hemû kesî dkin ku bila tevlî vê berxwedanê bibe.”
Însiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ku ji meşa dirêj ya Cenevre-Strasbourgê, greva birçûnê ya bêdem-dorneveger ya 52 rojan berdewam kir û çalakiya nobedariyê ku ji 25’ê hezîranê li ber Konseya Ewropayê dest pêkiriye re pêşnegiyê dike, peyama piştevaniyê ji bo çalakiya girtîgehan weşand.
Însiyatîfê berxwedana zindanan silav kir û diyar kir ku divê her kes xwedî li vê berxwedanê derkeve. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Ev 10 sal e AKP’ê desthilatdar e. Aloziya nava civakî her roj kûrtir dibe. Ev aloziya ku didome her diçe berbi krîzê ve diçe. Krîz jî dibe sedema wendahiya gerîla û leşkeran. Her wiha binezaiya pevçûna civakî ava dike. nêzîkatiya bêberpirsyar ya Erdogan, pirsgirêk kûrtir kiriye.
Li hemberî daxazên azadî û demokrastiyê yên kurdan helwesteke faşîzan girtiye û pêvajoyê her diçe dixetimîne. AKP û Erdogan bi rastî Tirkiyeyê parçe dike. Ji roja ku hatiye ser desthilatariyê pevçûnan kûr dike. Ya herî girîng jî bi polîtîkayên taybet tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan giran dike û li hemberî gelê kurd şerê taybet pêk tîne.
Ligel ku tevgera kurd dibêje ‘nêzîkatiya li hemberî Ocalan li hemberî Gelê kurd e’ û ‘Îmaha li hemberî Ocalan pêk tê girêdayê polîtîkaya qirkirina civakî ye jî, polîtîkayên tecrîd û qirkirinê didome. Bê guman ev hilberîna nêzîkatiyeke taybete. Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Birêz Ocalan, kurd neçar kiriye ku helwesteke taybet bigire. Li çiyayan çalakiyên gerîla, li bajaran berxwedanên gel, li Ewropayê grevên birçîbûn û meş û her wiha li zindanan jî çalakiyên grevê mudaxaleyê pêvajoyê kiriye.
Ev 37 roje li zindanên Tirkiye û li Kurdistanê bi sedan girtî ketine grevê. Ber bi sînorê mirinê hatine. Heta ku Ocalan şert û mercên wî yên azadiyê baş nebe çalakiya wan bi biryar didome. Ev berxwedana bi rûmet ya li zindanan dest pê kiriye bê guman heta azadiya Ocalan dê mayînde bimîne. Bi vê wesîleyê em bagn li hemû kesî dikin ku bila tevlî vê berxwedanê bibin.”