Dîplomasiya Tirkiyeyê ketiye destê MÎT'ê
MÎT ku di bin îdareya Hakan Fîdan de bû saziyeke kontrgerîla û komkujiya gelê Kurd, bi heman têgihiştinê karê dîplomasiyê birêve dibe.
MÎT ku di bin îdareya Hakan Fîdan de bû saziyeke kontrgerîla û komkujiya gelê Kurd, bi heman têgihiştinê karê dîplomasiyê birêve dibe.
Navê Hakan tê wateya “hakimê hakiman”. Tirkan ev nav li paşa û hakimên xwe dikir. Nasnavek e ku bi wateya hakim ji bo xanên Tirk û Moxol û Teter dihate bikaranîn. Piştre ev nasnav ji bo siltanên Osmanî hate bikaranîn.
Devşirme tê wateya “bacwergirtina bi zarokan” yan jî “bacwergirtina bi xwînê”. Ev yek şêwaza avakirina hêzên leşkerî yên Osmaniyan bû. Piştî dagîrkirina civakên Xiristiyanî, zarokên temen 8-10 salî bi zordarî dibirin û perwerde dikirin û paşê jî wek leşker û berpirsyar û wezîr li dijî gelê wan û ji bo berjewendiyên Osmaniyan bi kar dianîn.
Osmaniyan li ser vê bingehê artêşek ava kir bi navê Yeniçeri. Vê artêşê roleke girîng di sîstema dewleta Osmanî de lîst. Îro dewleta Tirk heman çanda Yeniçeriyê didomîne.
Hakan Fîdan diyartirîn nimûneyê vê çandê ye. Kesayetiyekî wisa ye ku ji bo xizmetên dewletê hatiye wergirtin, ji bo dewletê hatiye perwerdekirin, hiş û qabiliyetên wî ji bo kar û barên dewleta Tirk hatine çêkirin.
Hakan Fîdan di Tîrmeha 1968’an de li Hemamonuya ser bi navçeya Altindaxa Enqereyê ji dayik bûye. Ji hêla bavî ve Kurd e. Ji sala 1986’an heta 2001ê wek efserekî biçûk di Hêzên Çekdar ên Tirk de xebitiye. Her çend tê gotin ku bi xwesteka xwe xizmeta leşkerî berdaye, lê belê ew zanîngehên ku wî xwendine, ji bo wan karên ku ew ê paşê ji bo dewletê bike, amadekarî bûn.
Hakan Fîdan ku di dawiya salên 90’î de vegeriya nav kar û barên dewletê, yekem car di nav Hêza Midaxeleya Lezgîn a NATO’yê de hate bicihkirin.
Piştî temamkirina hemû qonaxên xwendinê, bi taybetî piştî temamkirina doktoraya xwe, wek şêwirmendê aborî û siyasî di Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Avustralyayê de dest bi kar kir. Ji wir xwendina xwe ya akademîk di Peymangeha Lêkolînên ji bo Çekdanînê de domand. Her wiha di Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de li Navenda Zanyarî û Rahênan û Lêkolînê ya li Londonê xwendina xwe domand.
Hakan Fîdan di sala 2003’yan de wek Serokê Ajansa Geşepêdan û Hemahengiyê ya Tirkiyeyê dest bi kar kir û heta sala 2007’an li wir ma. Di wê maweyê de tu welatek ji welatên Afrîka, Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn, Qefqaz û Belqanê nema ku serdana wir nekiribe. Di heman demê de jî şêwirmendê wezîrê derve yê wê demê yê Tirkiyeyê Ehmed Davudoglu bû.
Ji sala 2007’an ve jî wek Cîgirê Şêwirmendê Serokwezîr ji bo Karûbarên Ewlehiya Navneteweyî û Siyaseta Derve dest bi kar kir. Wê demê serokkomarê niha yê Tirkiyeyê Receb Tayib Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê bû. Di meha mijdara 2007’an de dibe endamê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê.
Hakan Fîdan wergirtina postên nû didomîne û di 17’ê Nîsana 2009an de dibe cîgirê Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê Emre Taner. Piştî malnişînkirina Taner, hikûmeta AKP’yê biryar da ku di 25’ê Gulana 2010’an de Hakan Fîdan bibe Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT). Wê demê Hakan Fîdan 42 salî bû û di dîroka Tirkiyeyê de ciwantirîn kes bû ku ev post wergirtiye.
Berî Hakan Fîdan roleke MÎT’ê ya zêde tune bû. Rola wê komkirina agahî û êrişên sînordar û operasyonên taybet bû. Di maweya 10 salên borî de MÎT’ê hemû komkujî û êrişên taybet ên şerê li dijî gelê Kurd kirin. MÎT di bin îdareya Hakan Fîdan de bû saziyeke temam kontrgerîla û komkujiya gelê Kurd.
Di 20 salên borî de berpirsyariya terora faşîst a li Tirkiyeyê û komkujiya gelê Kurd dan Hakan Fîdan. Hakan Fîdan ew kes e ku plana komkujiya Parîsê kir ku tê de her sê jinên şoreşger ên Kurd Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin.
Hakan Fîdan berpirsyar û çêkerê sedan planên li dijî gelê Kurd e; berpirsyarê komkujiya Roboskiyê, wêrankirina bajar û gundên bakurê Kurdistanê, zîndanîkirin û qetilkirina welatparêzan li nav û derveyî Kurdistanê ye.
Niha heman Hakan Fîdan bûye wezîrê derve yê dewleta Tirk. Vê carê jî dîplomasî kiriye bin fermandariya xwe. Bi vê erkê hewl dide ku komkujiyên li dijî gelê Kurd li her derê berbelav bike û bibe asteke jortir ku MÎT’ê nekarîbû bike. Niha dîplomasî di bin kontrola MÎT’ê de ye, di rastiya xwe de ji hêla MÎT’ê ve tê birêvebirin. Kontrgerîlayek, generalek, devşirmeyek, alîkarekî MÎT’ê bûye wezîrê derve. Niha dixwaze ezmûna her sê warên leşkerî, efserî û dîplomasiyê kom bike û êrişên li ser gelê Kurd li ser vê bingehê pêk bîne.