Dîndar: Hikûmet li gorî qanûnê tevnagere
Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Mahmût Dîndar diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP'ê ya ku di tecrîdê de israr dike, li gorî destûra bingehîn û qanûnan tevnagere.
Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Mahmût Dîndar diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP'ê ya ku di tecrîdê de israr dike, li gorî destûra bingehîn û qanûnan tevnagere.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Gireva Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind di bin tecrîda girankirî de tê girtin. Li hember tecrîdê bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dewam dike.
Ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Parêzeran ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, hefteyê 2 caran serlêdan dikin, lê bersiveke erênî an jî neyinî nagirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 12 salên dawî de tenê 5 caran hevdîtinê bi parêzerên xwe re pêk anî. Herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiribû.
‘AKTORÊ KU AŞTIYÊ PÊK BÎNE BIRÊZ ABDULLAH OCALAN E’
Parlementerê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) yê Wanê Mahmût Dîndar diyar kir ku Birêz Abdullah Ocalan 31 meh in di bin tecrîdê de ye. Dîndar anî ziman ku ev tecrîd veguheriye tecrîda li ser tevahiya Tirkiyeyê û wiha got: “Dema em îro temaşe dikin, li Tirkiyeyê sedema sereke ya zehmetiyên aborî ji ber lêçûnên şer e. Ev jî ji ber tecrîdê ye. Çima ji ber tecrîdê? Ji ber ku me gelek caran got aktorê ku wê aştiyê li vî welatî pêk bîne Birêz Abdullah Ocalan e. Partiya me timî vê yekê tîne ziman. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê bêhiqûqî heye. Tirkiye di esasê de qanûna xwe pêk nayîne. Bifkirin ku mirov nikare di girtîgehê de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Di der barê vê de biryarên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye hene. Lê biryar nayên pêkanîn, bi tevahî bêhiqûqî heye, ev yek nayê qebûlkirin.”
‘BIRÊZ ABDULLAH OCALAN JI BO TIRKIYEYÊ ŞANS E’
Dîndar wiha berdewam kir: “Ji bo pêşiya Tirkiyeyê vebibe, hebûna aktorekî wek Birêz Abdullah Ocalan şanseke mezin e. Dema ku temaşeyê pergala îro dikin, sedema hilweşîna pergalên li Rojhilata Navîn ji ber tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber ku îro li Rojhilta Navîn rastiyek heye. Sedema siyaseta li Rojava tê meşandin û bi hevre jiyankirina gelan, tenê ji ber fikir û ramanên Birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê ji bo ku Tirkiye demildest vegere ser rê, divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan were şikandin, divê dewleta Tirk vê tecrîdê rake. Ger ev tecrîd neyê rakirin, Tirkiye wê her roj bêhtir têk biçe, aboriya wê her roj bêhtir ziyanê bibîne. Ev rastiyek e. Em vê rastiyê dibînin, divê ew jî bibînin. Ango em hemû di vê keştiyê de ne, em li ser vê axê bi hevre dijîn. Divê demildest ev tecrîd bê şikandin û Birêz Abdullah Ocalan ji girtîgehê derbikeve.”