Dîlan li Îzmîrê ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Cenazeya Dîlan Kortak a ku li Stenbolê di serdagirtina malê de ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin, îro li Îzmîrê bi tevlîbûna bi hezaran, li ser milên jinan hat oxirkirin.
Cenazeya Dîlan Kortak a ku li Stenbolê di serdagirtina malê de ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin, îro li Îzmîrê bi tevlîbûna bi hezaran, li ser milên jinan hat oxirkirin.
Cenazeya Dîlan Kortak (19) a ku şeva borî li navçeya Sancaktepe a Stenbolê di serdagirtina malê de ji aliyê polîsan ve hate înfaz kirin, îro li Goristana Kaynaklar a Buca hate defnkirin. Cenazeya Kortak duh bi şev ji Stenbolê anîn Îzmîrê. Cenazeya Kortak, îro piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Şeyh Ahmet a navçeya Eskîçamlik a Karabaglar, xwestin bi meşê bînin ber mala wê. Lê polîsên ku taxê dorpêç kiribû, meş asteng kirin. Ji ber vê yekê li ber mizgeftê merasîma cenazeyê hate kirin. Li cem bi hezaran kesan, Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu, rêxistinên navçe û bajêr ên HDP'ê û nûnerên saziyên civakî tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de gelek caran dirûşmeyên wek "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo", "Rêheval Dîlan nemir e" hatin berz kirin.
'Jİ BO JİNÊN CİWAN MÎNAK E'
Hevseroka HDP'a Îzmîrê Dîlek Aykan, bertek nîşanî nûçeyên derbarê Dîlan Kortak de hatin weşandin da û got "Gotin Kortak ne tenê bû û di pevçûnê de hatiye kuştin. Wekî ku ew dibêjin nîne. Kortak tenê bû û hate kuştin." Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ertûgrûl Kurkçu jî da zanîn ku Dîlan Kortak, li navçeya Karabaglar xebatên HDP'ê meşandiye û wiha axivî" Kortak ji bo jinên ciwan mînak e. Kortak ne di pevçûnê de hate kuştin, hate înfaz kirin."
'DÎLAN ŞEHÎDA GELÊN KURD Û TİRK E'
Bavê Kortak, Îbrahîm Kortak jî ji bo keça xwe ev tişt gotin: "Dîlan şehîda gelên Kurd û Tirk e. Şehîda Serok Apo û gerîlayan e. Oxir be. Têkoşîna azadiyê meşand û di vê reyê de jiyana xwe ji dest da."
Lİ CEM DİYA XWE HATE DEFİNKİRİN
Cenazeya Kortak piştî ku bi saetan li ber mizgeftê hate rawestandin û pişt re bi kerwanekî ew birin Bucayê. Li vê derê jinan darbesta Kortak dan ser milên xwe û heya goristanê bi dirûşmeyên "Tolhildan" meşiyan. Kortak, li cem gora diya xwe hate defnkirin.
Piştî Kortak hate defnkirin, girsey bi dirûşmeyan belav bû. wê ji bo Kortak, li mala wê ya li Eskîçamlikê sersaxî bên qebûlkirin.