'Dibe ku hilbijartina pêşwext çêbibe, em muxalefetê qeyîm bikin'

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku hilbijartin kengî tê kirin bila bê kirin, rojeva wan a bingehîn birêxistinkirina mûxalefeteke xurt e.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen li ser rojevê û hilbijartinê axivî.

Bîlgen got rewşa Tirkiyê rewşeke xitimî ye û nerêveberî ye û diyar kir bi hilbijartineke demokratîk ev rewş dikare bi dawî bibe. Bîlgen wiha domand, "Rêyên ji bilî hilbijartinê êrîş in, ev êrîş wê welêt ber bi dubendîbûnê ve bibe."

'MUXALEFET WÊ DIYARKER BE'

Bîlgen diyar kir muxalefeta civakî wê diyar bike bê ka AKP wê hilbijartine bide ber çavan an jî wê ber bi hilbijartina pêşwext were yan na. Bîlgen li şûna ku li bendê bimînin bê ka hilbijartin wê bibe yan na, a baş ew e  ku derdorên muxalîf bi rengekî ku bikaribin pêşî li faşîzmê bigirin a xwe bikin yek, li platformên hevpar derbarê rojevê gotebêjî werin kirin. Bîlgen wiha got: "Çi 2 meh çi jî 2 salên din hilbijartin kengî tê kirin bila bê kirin, a girîng ew e bê ka em ê rêyeke çawa bidin ber xwe. A  ku li me dikeve ew e ku em di nav jiyanê de, li kuçeyan, li her deverê wê vînê nîşan bidin ku dawî li vê rewşa otorîter û pêvajoya zextê bîne."

Bîlgen got ku li gorî anketên dawî rewş desthilatdariya AKP'ê qet nebaş e , rêjeya hilbijêrên dudulî bûye 30 ji 100’î, bi taybetî doza Reza Zarrab a van rojên dawî di rojevê ye û her wiha bi 17-25’ê Kanûnê re li nav civakê fikar çêbûne, şikestinek çêbûye. Bîlgen got, "Her ku gendelî û bertîlên bi milyon dolaran zêde dibin di nav civakê de hêrseke mezin çêdibe. AKP ji bo ku rêyekê ji xwe re bibîne, ji bo ku ji vê rewşa ku ber bi xirabiyê ve diçe xwe xilas bike dibe ku hilbijartina pêşwext bide ber xwe. Dikare gendeliyan weke dozeke millî bifiroşe. Hilbijartinê te divê bila ji bo xwe weke rêyeke xilasiyê bibînin te divê bila Rewşa Awarte heta dawiya 2019’an bi kar bînin. Rojeva me divê ew be, li dijî kirinên neheq em çawa dikarin muxalefeteke xurt ava bikin."