Di Tifaqa Ked û Azadiyê de lihevkirin çêbû

Piştî muzakereyên di navbera HDP, TÎP û EMEP’ê lihevkirin çêbû.

Tifaqa Ked û Azadiyê saet di 11.00’an de civiya. Rojeva civînê hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Giştî bû. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşniyaz kiribû ku bi lîsteyekê têkevin hilbijartinê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) jî xwestibûn bi lîsteyên xwe têkevin hilbijartinê.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, bi Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş û Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz civiya. Di civînê de nûneran li hev kirin.

Wê Tifaqa Ked û Azadiyê naveroka lihevkirinê bi nivîskî eşkere bike.