Di salvegera Komkujiya Gazî de bi hezaran kes meşiyan

Di salvegera Komkujiya Gazî de ku 12'ê Adara 1995'an li Stenbolê hate kirin, bi hezaran kes bi dirûşma "Dewlet kujer e" meşiyan.

Platforma 12'ê Adarê ji ber salvegera komkujiya ku beriya 28 salan li taxa Gazî hate kirin, li pêşiya Weqfa Çand û Perwerdeyê ya Gazî (Cemxane) li hev kom bû.

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî ji ber Rêxistina navçeya Sûltangaziyê heta Cemxaneyê meşiya.

Di meşê de tim û tim dirûşma "Hezar silav ji cangorî û têkoşerên li Gaziyê" hate qîrîn.

Polîsan hewl dan li pêşiya qîrîna dirûşman bibin asteng, lê belê meşê heta ber Cemxaneyê dewam kir.

Çalakger bi al, flama û dowîzan li ber Cemxaneyê li hev kom bûn, lê belê polîsan dest danîn ser dowîzên bi nivîsa "Dewlet kujer re" û "Dewletê da kuştin".

Gelek kesên ji endamên Kaldiraçê bi meş û dirûşman heta ber Cemxaneyê meşiyan.

Bi hezaran kes piştre ber bi cihê berê yê ku gelek kes lê hatin qetilkirin, meşiyan.

Di meşê de wêneyên qurbaniyên komkujiyê hatin hildan. Di meşê de navê kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin yek bi yek hate xwendin.

Her wiha dema ku navê bajarên ku erdhejên 6'ê Sibatê bandor li wan kir hate xwendin, çalakgeran dirûşma "Hikumet îstifa" qîriyan.

Çalakgeran û malbatên qurbaniyan qurnefîl danîn Parka Huseyîn Altin. Piştre Erkan Şîmşek birayê Dîlek Şîmşek axivî, ku Dîlek Şîmşek di komkujiyê de hate qetilkirin. Erkan Şîmşek got, "Êrîşên bi vî rengî ji şêniyên Gazî re nû nînin. Zext û teror li ser wan ti carî li ser xelkê Gazî kêm nebûn. Armanca kujeran ew bû ku di navbera Elewî û Sûniyan de şerekî biafirînin. Lê belê xelkê Gazî bi vê yekê zanî bû. Armanc ew bû ku li Gazî muxalefeta şoreşger bê tepisandin û xelkê demokrat şoreşger bê tirsandin."

Şîmşek diyar kir, ji ber ku kujer di nava polîsan de bi hêsanî winda bûn, gel ber bi qereqolê ve meşiya û li vê derê jî polîsan li gel reşandin. Şîmşek bi bîr xist ku 18 kes hatin qetilkirin bi sedan kes jî hatin birîndarkirin.

Şîmşek got, "Di qaşo dozê de kujer nehatin cezakirin. Tenê ji polîsên kujer li Adem Albayrak ji ber kuştina çar kesan tenê sê sal û nîv, li Mehmet Gundogdû ji ber kuştina du kesan salek û heyşt meh ceza hate birîn. Ji komkujiya li Gaziyê Serokwezîra wê demê Tansû Çîller, Wezîrê Karên Hundir Nahît Menteşe, Midûrê Giştî yê Emniyetê û Serokê Daîreya Îstîxbaratê Hanîfe Avci, Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar, Waliyê Stenbolê Hayrî Kozakcioglû, Midûrê Emniyetê yê Stenbolê Necdet Menzîr û tetîkkêşên wan berpirsyar in û divê bêne cezakirin.

Şîmşek ragihand k polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê dewam dikin û got, "Em vê nêzîkatiya ferzkirinê red dikin."

Şîmşek got, "Kujer bi hêsanî digerin" û xwest berpirsyar bêne cezakirin.

Piştî daxuyaniyê çalakger ber bi Goristana Gazî ve meşiyan û qurnefîl danîn ser gorên qurbaniyan.