Di operasyonên qirkirina siyasî de 19 kes hatin binçavkirin

Li Amed, Riha, Antalya û Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin.

Hikûmeta AKP'ê, tevî operasyonên xwe yên qirkirina fîzîkî, operasyonên qirkirina siyasî jî bênavber didomîne. Di operasyonên li Amed, Riha, Antalya û Stenbolê de gelek kes hatin binçavkirin.

RIHA

Li navçeya Riha Bêrecûk û taxa Aşme, polîs û leşkeran avêtin ser gelek malan. Li taxa Aşmeyê di serdegirtinê de Hevserokê DBP'ê Hasan Yildiz hate binçavkirin. Li navenda navçeyê jî Hevserokên HDP'ê Yusuf Yeşîltepe û Adîle Arici, rêveberê DBP'ê Huseyîn Karaliyan, rêveberê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Mîkaîl Kiliç, endamê Meclîsa Şaredariyê Alîye Kizildamar hatin binçavkirin. Hate hinbûn ku operasyon ji ber çalakiyên şerezarkirinê yên li hemberî qatlîamên li Kurdistanê dewlet pêk tîne çêbûye. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. 

ANTALYA

Li taxa Kultur a navçeya Antalya Kepezê, polîsan avêtin ser malekê û xwendekarê Zanîngeha Akdemîzê Sercan Yanik girtin binçavan. Di serdegirtinê de gelek pirtûkên li malê ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Yanir birin Şaxê TEM ê Çalli yê Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê.

STENBOL

Lêgerîna polîsan a li avahiya HDP'ê ya Beyoglû ya Stenbolê bi dawî bû. Polîsan deriyê avahiyê şikandibûn û ketibûn hundir. Polîsan li hundirê avahiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çirandin. Di encama serdegirtinê de Hevseroka HDP'ê ya Beyogluyê Rûkiye Demîr jî heye 9 kes hatin binçavkirin. 

Piştî serdegirtinê gelek kes herikîn avahiyê û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylû jî daxuyanî da. Soylû li ber avahiya HDP'ê ya Beyogluyê axivî û diyar kir ku lêgerîn bi awayeke nehiqûqî û kêfî pêk hatiye, di encama kampanyaya reşkirinê ya serkowezîr û serokomar a li dijî partiya wan ev lêgerîn hatiye kirin. Soylû anî ziman ku li avahiya partiyê ewraq, hard dîsk bêyî îmze hatine girtin û bi awayeke kêfî lêgerîn hatiye kirin. Li aliyê din rêxistina HDP'ê ya Beyogluyê jî dê saet di 14.00'an de li ber Lîseya Galatasarayê daxuyaniyê bide û banga tevlibûnê kir.

AMED

Li Taxa Lalebey a navçeya Sûrê ya Amedê, tîmên taybet bi ser malekê de girtin. Di serdegirtinê de birayên bi navê Yûnûs Garli û Kerem Garli û mêvanekî ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Nehat zanîn ku sedema binçavkirinê çi ye û ew birine ku derê. Li taxê dorpêça polîsan dewam dike.