'Di operasyona Mûsilê de em hatine qonaxa dawî'

Fermandarê dij-terorê yê artêşa Iraqê Ebdulfenî Esedî têkildarî operasyona Mûsilê agahî dan û got, "di operasyona Mûsilê de em hatine qonaxa dawî."

Fermandarê dij-terorê yê artêşa Iraqê Ebdulfenî Esedî têkildarî operasyona Mûsilê ku bi desteka hewayî ya koalîsyonê ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji hêla  artêşa Iraqê ve didome ji Rojnewsê re axivî û got, "tevahiya Mûsilê di nav çend rojan de wê were kontrolkirin."

Esedî diyar kir, çeteyên DAIŞ’ê êdî li Mûsilê ji hêza şer û berxwedaniyê ketine û got, "tenê li Mûsila Berê kêm çete mane, ew jî hatine asêkirin."

Esedî têkildarî birêveçûna operasyonê jî got: "Hêzên Iraqê Taxa Farûqyan kontrol kirin. Hêzên me ber bi çemê Dîclê ve diçin. Êdî em li qonaxa dawî ya operasyonê ne ku Mûsilê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin."

Çeteyên DAIŞ’ê 10’ê Hezîrana 2014’an Mûsil dagir kiribû, ji bo rizgarkirina Mûsilê ji 17’ê Cotmeha 2016’an ve operasyon têne kirin.