Di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihevkirina petrolê
Di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihevkirina petrolê
Di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihevkirina petrolê
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re li ser mijara petrolê peynake prensîbê pêk anîn. Li gorî lihevkirinê hikûmeta Iraqê dê 500 mîlyon dolar ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re bişîne.
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku aliyan li ser mijarên esas lihev kirine.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adîl Ebdulmihdî bi serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û cigirê serokê hikûmeta Kurdistanê Qubat Talabanî re hevdît kir û tê gotin ku alî heta ku çareseriyek mayîn de bibînin dê lihev bikin. Xalên ku her du hikûmetan li ser lihev kirine wihane:
1- Hikûmeta Federal dê500 mîlyon dolarî bişîne ji hikûmeta Kurdistanê re.
2-Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê rojane dê 150 hezar varîl petrola xam dê veguhestîne tasarufa hikûmeta Federal.
3-Ji bo çareseriyek mayîn de û nîqaşkirina berfireh a mijarê dê li ser navê serokwezîrê hikûmeta Herêmî Neçîrvan Barzanî heyetek biçe Bexdayê û hevdîtinên du alî bimeşîne.