'Di nava 72 saetên destpêkê de kes wê alîkariyê bi me re neke'

Kadikoy yek ji wan deveran e ku erdheja gengaz a Stenbolê bandoreke giran lê bike. Xelkê Kadikoyê bi rêxistiniya xwecihî amadekariyê ji erdhejê re dike.

Piştî erdheja li Mereşê, yek ji mijarên ku herî zêde hate axaftin erdhejeke gengaz a li Derya Marmarayê û bandora wê ya li ser Stenbolê ye.

Di vê erdhejê de ku wê bi taybetî bandorê li peravên başûr ên Stenbolê bike, herî zêde navçeya Kadikoyê wê bikeve bin bandora wê. Xelkê Kadikoyê li avahiya HDP'ê ya navçeyê li hev civiya û li ser wê yekê dest bi nîqaşê kir ku bêyî li benda dewletê yan jî rayedaran bimîne li hemberî erdhejê tedbîrên çawa dikarin werbigirin. Ji nîqaşê jî wêdetir ji bo karên rêxistiniyê zend û bend ba da. Torên alîkarî, lêgerîn û rizgarkirinê yên li tax û kolanan bêne avakirin, wê hewl bidin ku pêşî li zêdebûna qurbaniyan bigire. Gel xwe bi wî rengî bi rêxistin dike ku bêyî li benda dewletê bisekine di nava 72 saetên destpêkê de dikare çi bike.

Civîna duyemîn ku HDP jî di nav de wê bi beşdariyeke hîn berfireh, bi piştgiriya Şaredariya Kadikoyê di dema bê de pêk were. Hevserokê HDP'ê yê navçeya Kadikoyê Koray Turkay têkildarî civîna destpêkê û karên divê werin kirin ji ANF'ê re axivî.

DI 72 SAETÊN DESTPÊKÊ DE WÊ AFAD NEYÊ

Koray Turkay destnîşan kir ku di civînê de bi taybetî işaret bi girîngiya 72 saetên destpêkê hatiye kirin û got, "Şêniyên li Kadikoyê li hev kom bûn û ji bo karên di nava 72 saetên destpêkê de bêne kirin, nîqaş hatin kirin. Hevalê me Ahmet Tuzen ku hem ji rêxistina HDP'ê ya navçeya Kadikoyê ye, hem Hevserokê KAYY-DER'ê ye, di heman demê de yek ji damezrînerên tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya Şaredariya Kadikoyê ye ku di nava tîma destpêkê ya çûyîna herêma erdhejê de cih girt, pêşkêşiyek kir. Her wiha hevalê me Remzî ku di çarçoveya amadekariyên afetê yên rêxistina me ya navçeyê dixebite, li ser karên di nava 72 saetên destpêkê de bêne kirin, agahî da. Fikrê bingehîn ê hate destnîşankirin bi vî rengî bû: Li gorî agahiyên ku hevalên me yên xwedî tecrûbe parve kirin, di 72 saetên destpêkê yên erdheja Stenbolê de wê AFAD neyê, yan jî tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê ya navendî wê neyê. Hevalan ev yek destnîşan kirin. Ji xwe ev yek tiştekî welê ye ku AFAD'ê di manîfestoya xwe de nivîsandiye, em jî nû hîn bûn.

Lewma yekane tişta ku di vir de tê pêşniyarkirin bi vî rengî ye: Mirovên li tax, kolanan eger beriya afetê xwe bi rêxistin nekiribin, wê di nava 72 saetan de kesek bi alîkariya wan neyê. Karê me yê destpêkê û esasî ew e ku di nava 72 saetan de mirovên sax rizgar bikin. Ji xwe piştî 72 saetan mirov zû dimirin."

'EM Ê XWE LI KOLANAN BI RÊXISTIN BIKIN'

Turkay ragihand ku wê civîna xwe ya duyemîn bi beşdariyeke hîn berfireh lidar bixin û destnîşan kir ku ev rêxistiniya ku HDP jî di nav de ye wê li kolanan xwe bi rêxistin bike: "Alîkarê Şaredarê Kadikoyê Mûstafa Oltûlû jî tevlî civîna destpêkê bû. Anî ziman ku wê ji bo civîna duyemîn di peydakirina cih de bibe alîkar. Bi bangê em ê bi beşdariyeke hîn berfireh civînê lidar bixin. Armanca me ew e ku ji hemû taxan mirov tevlî civînê bibin û şêniyên taxan bigihînin hev."

Turkay diyar kir ku di encama civînan de wê bi dilxwazî mirov karibin tevlî perwerdeyên karê Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Şaredariyê bibin, bi vî rengî li taxan tîmên wan ên destpêkê yên ji dilxwazan bêne avakirin. Turkay ragihand ku ev tîmên li taxan di heman demê de wê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kolanan jî bi rêxistin bikin û got, "Di vir de mijara herî girîng ew e ku rêxistiniya li kolanan bi cih were anîn. Rev ji erdhejê nîne, lê belê di erdhejê de mirov dikare xwe rizgar bike. Ew jî bi rêxistiniya ji niha ve dibe. Di erdhejê de tişta me rizgar bike rêxistiniya li kolanan a beriya erdhejê ye."