Di nava 5 rojan de li dehan bajaran nêzî 250 kes hatin binçavkirin

Dewleta Tirk bi hinceta çalakiya fedaî ya 1’ê Cotmehê ya li dijî Wezareta Karên Hundir, li dehan bajaran terora binçavkirinê ya keyfî û sîstematîk pêk anî. Di nava 5 rojan de herî kêm 246 kes hatin binçavkirin.

Pêla binçavkirinan di 2'ê Cotmehê de dest pê kir. Çalakiya fedaî ya ji aliyê Tabûra Nemiran ve di 1’ê Cotmehê de li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir pêk hat, weke hinceteke operasyonên qirkirina siyasî hate nîşandan.

2 Cotmehê: Di serdegirtinên malan ên li Stenbol û Kirklareliyê de, bi taybetî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin hedefgirtin û 20 kes hatin binçavkirin. Ji 20 kesên di 5'ê Cotmehê de sewqî Edliyeyê hatin kirin 16 kes hatin berdan û Mehmet Akçîçek, Bulent Yildirim, Umut Kahraman Ezber û Zeynel Azadî hatin girtin.

3’yê Cotmehê: Li 16 bajaran operasyonên hemwext hatin kirin û 55 kes hatin binçavkirin. Operasyona binaçavkirinê ku navenda wê Riha bû li Mêrdîn, Amed, Dîlok, Mêrsîn, Şirnex, Stenbol, Bursa, Êlih, Denîzlî, Edene, Qeyserî, Antalya, Konya, Isparta û Kocaeliyê hatin kirin. Hat ragihandin ku piraniya kesên hatine binçavkirin penaber in. Ji van 20 jin piştî îfadeya li emniyetê serbest hatin berdan. Di dema îfadeya kesên din dihat girtin de hêjmara binçavkirinan zêde bû û di 6'ê Cotmehê de bi giştî 70 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.

4’ê Cotmehê : Li Stenbol, Wan, Riha, Elezîz, Dûzce, Amed, Bursa, Edîrne, Kirklareli, Kilîs, Îdir, Hatay, Edene, Mereş û Denîzlî, ango li 15 bajaran 37 kes hatin binçavkirin. Hincet parvekirina medyaya civakî bû.

5’ê Cotmehê: Li gorî dewleta Tirk di 5'ê Cotmehê de li Erzirom, Dîlok, Stenbol û Şirnexê di serdegirtina malan de 24 kes hatin binçavkirin.

6’ê Cotmehê: Li Îzmîr, Eskîşehîr, Kilîs, Kocaelî, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Amed, Agirî, Bedlîs û Şirnexê di serdegirtina malan de herî kêm 75 kes hatin binçavkirin. Di nav wan de rojnamevan û rêveberên HDP’ê jî hene.

Navê hin kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal, Yasîn Akdag, Bahtiyar Bor, Vedat Ozeken, Savaş Akdogan, Ugur Şedal, Bariş Ozçuk, Agit Koca, Serhat Aşkan, Îsa Terzioglû, Hevserokên HDP’ê yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bucayê Nîhat Turk, Azîze Çelîk, Şenay Ulusan, Dîlan Ulusan, Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsoz Songul Yucel, endamên desteya weşanê ya Kovara Onsoz Sena Şat, Nuran Guvenilir, Muhammed Hizmetçi, Ezgî Yergîn, Hevseroka HDP'ê ya Kocaeliyê Aynur Şento, Rêvebera HDP'ê ya Gebzeyê Şaziye Zorba, Rêvebera Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Kartalê Bulent Turan, Fener Gunana, Şenay Butun, Semine Guneş, Abdurrahim Demirkaya, Ahmet Akboga, Ezgî Akçukur, Velî Akbulut, Ayşe Berktay, Cafer Adsay û Hamdullah Ozen.