Di nava 10 mehan de 21 karkerên ji Wanê li ser kar mirin

Karkerên Kurd ên li bajarên Tirkiyeyê dixebitin, li ser kar jiyana xwe ji dest didin. Hefteya dawî 3, di 10 mehên destpêkê yên sala 2023'an jî herî kêm 21 karkerên ji Wanê li karê înşaetê jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber şer û ambargoya aboriyê ya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, her sal bi hezaran ciwanên Kurd ji bo karibin kar bikin koçî bajarên Tirkiyeyê dikin. Ciwanên Kurd ên li metropolên Tirk dixebitin, ji ber ku ewlekariya wan a kar nîne, jiyana xwe ji dest didin. Sektora sereke ya ku ciwanên Kurd herî zêde lê dixebitin, sektora înşaetê ye. Bi taybetî bi sedan ciwanên Kurdistanî yên ji bajarên Wan, Bedlîs, Agirî, Mûş, Îdir û Qersê tên, li bajarên Tirkiyeyê li ser kar jiyana xwe ji dest didin.

Di sala 2022'an de herî kêm 63 karkerên ji Wanê li karê înşaetê li ser kar jiyana xwe ji dest dan. Di 10 mehên destpêkê yên sala 2023'an de jî herî kêm 21 karkerên ji Wanê li ser kar jiyana xwe ji dest dan.

Di hefteya dawî ya meha Cotmehê de 3 karkerên ji Wanê ji înşaetê ketin xwarê û jiyana xwe ji dest dan.

Emîn Yîgît ê 22 salî yê ji navçeya Elbak a Wanê, li Antalyayê ji înşaetê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Salîh Demîrel ê ji Caxsere ya navçeya Saray a Wanê di 8'ê Cotmehê de li Konyayê di înşaeta avahiyekê de kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Her wiha Alî Ekîncî yê ji Wanê yê 20 salî heman demê li Stenbolê ku weke kûrye dixebitî, di dema kar de qezaya trafîkê kir û jiyana xwe ji dest da.

15'ê Îlonê Sûat Cabîr ê ji navçeya Erdîş a Wanê ku ji bo kar çûbû Stenbolê di qezaya kar de jiyana xwe ji dest da.