Di meha Tîrmehê de 9 jin hatin qetilkirin

Di meha Tîrmehê de 9 jin hatin qetilkirin

Li gorî nûçeyên Bîanetê, di meha tîrmehê de 9 jin hatine kuştin û 20 jin rastî tecawîzê hatine, 10 jin rastî şîdetê hatine û 19 heb jî rastî taciza zayendî hatin. Di 7 mehên dawî de 97 jin hatine kuştin.

Sê jin ligel ku serlêdana hiqûqî kirin jî ji aliyê hevserê xwe ve hatin kuştin. Ji sedî 50 bûyerên tecawizan  li malan û ji 55 jî ji aliyê kesê nas dikin ve rastî tecawizê hatine.

Di meha tîrmehê de li 8 bajaran 9 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Jinek  ji ber biryara ku ji hevserê wê hatiye durxistin, yek ji ber doza li hevserê xwe vekiriye û ye jî ji ber ku gilî kiriye hat kuştin. Mêrek jî ji serbestberdana bi kontrol hat berdan û hevsera xwe kuşt.

Di meha tîrmehê de du jinên trans hatin kuştin û kujerê wan nehat dîtin. 4 jin ji aliyê hevserê xwe ve, du heb ji aliyê hevserên xwe yên berê û yek jî aliyê tecawîzkarekî ve hat kuştin.

Di meha tîrmgehê de li Edene, Afyon, Antalya, Aydin, Êlih, Stenbol, Îzmîr û Uşakê hat kuştin.

TECAWIZ

Li Mêrdînê jinek 20 salî ji berk u tecawîzkarê wê nehat cezakirin û li Îzmîrê jî jinek trans ji aliyê hezkiriyê xwe întîxar kir.

Li 13 bajaran 20 rastî tecawizê hatin. Ji sedî 55 yên nas tecawizê wan kirin û ji sedî 50 jî li malên ku jin dijiyan pêk hat.

Jineke ku fuhuş lê hat ferzkirin dema direviya xwe avêt ber erebeyekê. Herî kêm 10 tecawizkar hatin girtin û 4 heb hatin berdan.

Her wiha di meha tîrmehê de 10 jin rastî şîdetê hatin. Li 5 bajaran jî 15 jin û zarokên keç rastî taciza zayendî hatin.

Di 7 mehan de jî 97 jin hatin qetiklirin, 97 rastî tecawizê hatin û 127 jin birîndar, 110 rastî tacizê hatin.