Di 2’wemîn Kongreya Awerte ya BDP’ê de nunerên partî û rêxistinên Kurdistanî banga “yekitiya neteweyî” kirin.
Kongreya BDP’ê ya li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali ya Enqereyê bi axaftinên beşdarên kongreyê berdewam dike. Nunerên PDK-Î, Tevgera Goran û PÇDK’ê di kongreyê de axivîn û banga yekitiyê kirin.
Sekreterê Giştî yê PDK-Î Xalid Ezîzî bi bîr xist ku li hemberî hemû dîktatoriyê Komara Kurdan a Mehabadê hate avakirin û got; “Mele Mustefa Barzanî bi têkoşîna xwe rêça wê berdewam kir. Niha jî li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê ji bo vê têkoşîn heye.” Ezîzî got; “Li Başûrê Kurdistanê hemû gelê her çar parçeyên Kurdistanê piştgirî dan û gelê Kurd li vir aşitî û destkeftiyên xwe bi dest xist. Niha jî weke li Rojavayê Kurdistanê, ez daxwaza aşitî û demokrasiyê ji bo hemû parçeyan dikim. Ev têkoşîn jî dê bi hev re pêk bê.”
Parlementerê Tevgera Goran ê Parlementoya Herêma Kurdistanê Hawal Kurdistanî jî di kongreyê de axivî û got; “Em di wê baweriyê de ne divê hemû sazî û partiyên Kurdên li Bakûrê Kurdistanê, wek li Başûrê Kurdisanê ji bo azadiyê têkoşîneke mezin bimeşînin. Bêyi ku guh bidin tu gumanên îdeolojîk, divê Kurd ji bo aşitî û demokrasiyê çi pêwîst be, wê bikin”.
Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb jî di axaftina xwe de diyar kir ku di têkoşîna azadiya Kurdan de cihek girîng ê BDP’ê heye û got; “Em têkoşîna gelê Kurd a li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê silav dikin. Bi taybet jî berxwedana di zîndanan de silav dikim. Em jî weke PÇDK, peyamên girîng ên ku hevalan beriya niha axafitinên xwe de dan, girîng dibînin. Peyamên li vir tên dayin girîng in. Divê em nekevin kemîna desthilatiyan. Ji ber ku bi dehan sal e, Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye yên ku Kurdistanê parçe kirine, gava mesele dibe Kurd, hemû dibin yek. Divê em li hemberî vê yekê bibin yek û têbikoşin.”
PEYAMA WEKÎLÊN GIRÎT HAT XWENDIN
Di kongreyê de li ser navê Meclîsa Jinan a BDP’ê Berdevka Meclîsê Kîbriye Evren axivî û diyar kir ku jinên Kurd ji bo azadiya Ocalan têdikoşin. Evren got; “Em ji vir hevalên me yên ku di girtîgehan de li ber xwe didin silav dikin. Ev 35 sal in jina li hemberî îşkence, mirin, tecawizê têdikoşe. Her roj xwezaya me tê wêrankirin. Me her tim li hemberî vê li ber xweda û em dê li ber xwe bidin.”
Di kongreyê de peyama bi Kurdî ya parlementerên BDP’ê yên girît hate xwendin. Parlementerên Kurd ên girtî kongreyê silav kirin û gotin; “Ji ber qirkirinên siyasî ev 4 sal in em ji we veqetiyane. Di van operaysonan de nêzî 10 hezar siaysetmedarên Krud dîl hatin girtin. Lê negihiştin armancên xwe yên ji bo tunekirina me. Ji ber ku bi hezaran hevalên me cihê me dagirtin. Li hemberî daxwaza aşitiyê ya gelê me bombe barandin. Mafê me yê zimanê zikmakî ku mafê herî serekî ye, di perwerde û dadgehan de qebûl nekirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tecrîdek giran de ye. Di vê çarçoveyê de zêdetirê 300 hevalên me zêdetirê mehekê ye dest bi greva birçîbûnê kirine. Ji bo şert û mercên tendurîstî û ewlehiya Ocalan berxwedaneke mezin dimeşînin. Em bang li her kesê ku dibêjin ez xwedî exlaq û wijdan im divê xwedî li vê berxwedanê derbikevin. Ji bo Tirkiye bi temamî tarî nebe û Birêz Ocalan azad bibe, divê gelê Kurd hemû rabe ser piyan û li ber xwe bide. Divê di çarçoveya xweseriya demokratîk de têkoşîna xwe ya azadiyê xurt bike.”