Li Amed, Şirnex, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Riha, Sêrt û Mêrsînê bi hezaran kesan li qadan Nimêjên Înê yên Sivîl kirin. Melayan di weazên nimêjan de daxwaza ziman û çanda xwe kirin û diyar kirin ku operasyon ji çareseriya pirsgirêka kurd re tu fêde pêk nayene.
Nimêjên Înê yên Sivîl li Amedê li Qada Derê Çiya, li Colemêrgê li avahiya BDP'ê, li Wanê li OtoparKa wesayîtan, li Mêrsînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Civakî ya Şaredariya Akdenîzê, li Rihayê li avahiya BDP'ê, li Sêrtê li Garaja Şardariyê, li Şirnexê di kon de, li navçeya Milazgirê ya Mûşê li avahiya BDP'ê, li navçeya Turgutlu ya Manîsayê li avahiya BDP'ê, li Hezexê li Mala Gel, li Qoserê li Mala Gel a Şeyh Davut Yalçinkaya, li Farqînê li mala şînê ya navendî, li Bîsmîlê li Parqa Halîl Îbrahîm Oruç û li Cîzîrê jî li înşatê bi hezaran welatiyan nimêj kirin.
Welatiyan li ser berik, sacade û qartonan nimêj kirin. Li Mêrsînê dema ku welatiyan dest bi nimêjê kir polîsan qad bi panzeran dorpêçkir. Li Mêrsînê di weazê de bertek li dijî polîtîkayên li ser kurdan tên meşandin hate dayîn.
Melayan di waezên bi kurdî dayîn de bal kişandin ser operasyonên siyasî û leşkerî û wiha gotin: "Em ziman, çand û hebûna xwe dixwazin. Em dibêjin bila ev şer rawestê." Melayan diyar kirin ku divê civak hemû bi hev re li hemberî zilmê raweste û wiha destnîşankirin: "Kî li hemberî neheqiya li civak û derdorên xwe pêk tê temaşevan bimîne ew jî dibe tevkarê wê gunehê. Kî tunê ji xwe re tiştekî bixwaze lê ji kesekî din re an jî civakeke din re nexwaze îbadeta wî li cem Xwedê nayê qebulkirin." Melayan, dan zanîn ku operasyonên leşkerî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd fêde nayne û wiha gotin: "Misliman tu caran alîgirên şer nebûn. Hikûmeta AKP'ê hêj neçareseriyê de israr dike."