Di encamnameya koferansa Rojava de bangên krîtîk

Di encamnameya koferansa Rojava de bangên krîtîk

Encamnameya Şêwra Neteweyî ya li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ji aliyê KNK’ê ve hate lidarxistin aşkere bû. Di deklerasyonê de hate destnîşankirin ku Desteya Bilind a Rojavayê Kurdistanê nunera rewa ya Rojavayê Kurdistanê ye û divê piştevaniyek xurt ji bo Rojavayê Kurdistanê hebe. Her wiha, ji Hukûmeta Herêma Kurdistanê jî hate xwestin ku deriyên sînor vebike. Her wiha banga “em bi hev re welatek demokratîk ava bikin” li gelên Sûriyeyê hate kirin.

Encamnameya Şêwra Neteweyî ya ji bo gotûbêjkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê di 13’ê cotmehê de li paytexta Franse Parîsê hate ldiarxistin aşkere bû. Di konferansê de ku ji hemû parçeyên Kurdistanê nunerên Kurdan beşar bûn, banga piştevaniyek xurt ji bo Rojavayê Kurdistanê hate kirin. 31 partî û rêxistinên Kurdistanî yên xwedî bîrdozî û nêrînên cuda yên ji her çar parçeyên Kurdistan û diasyoporayê beşdar bûn û nêrînên xwe parve kirin.

Di Deklarasyona Şêwira Neteweyî ya li ser pirsgirêka Rojavaya Kurdistanê wiha hat gotin; “ KNK li gorî pêdivî û lezîniya rojeva polîtîk li ser pirsgirêkên neteweyî yên Kurdistanê "Şêwira Neteweyî" kom dike. Şêwira Neteweyî ya îsal jî 13ê Cotmeh- 2012 li Parîsê li ser pirsa Rojavaya Kurdistanê kom bû.”

TEMSÎLA NETEWEYÎ BILIND BÛ

Ji çaralîyê Kurdistanê û meydanên dîasporayê 31 berpirsiyar û nûnerên partî û organîzasyonên polîtîk, bi dehan organîzasyonên sivîl û demokratîk û her weha polîtîker û ronakbîrên serbixwe beşdar bûn. Di vê kombûnê da 340 kes amade bûn û temsîlîyeteke bilind ya neteweyî pêk hat. Nunerên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenîyan jî beşdar bûn û mesajên yêkitîyê dan.

Di vê Şêwira Neteweyî da li ser pirsa Rojavaya Kurdistanê bi giştî û prosesa serhildan û rêxistinbûna rêvebirîya xweser hate rawestan. Bi taybetî bi navê Kurdên Rojavaya Kurdistanê endamên Desteya Bilind, berpirsiyar û şexsîyetên polîtîk û ronakbîr amade bûn û li ser pêşhatinan agahîyên berfireh dan, dîtin û pêşniyarên xwe pêşkêşî Şêwira Neteweyî kirin.”

KURDAN POLÎTÎKAYEK MAQUL MEŞAND

Di berdewama deklerasyonê de hat gotin; “Şêwira Neteweyî bi serbilindî destnîşan kir ku xelkê Kurd li ser axa xwe ya alîyê Rojavayê bi polîtîka û pratîkeke maqûl û demokratîk daxwaza mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bilind kir û di vî demî da li hemû baskên jîyanê dest bi avakirina desthilata xwe ya xweser kir.”

KURD HEMÛ PIŞTGIRIYÊ DIDIN DESTEYA BILIND

Di dekerasyonaê de hat diyarkirin ku girêdayî vê prosesê hemû dînamîkên neteweyî yên Rojavaya Kurdistanê, Encumena Niştimanî û Meclisa Gel li 11ê meha Tîrmehê (2012) li Hewlêrê bi çavdêrîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peymaneke neteweyî îmza kirin û di çarçoveya vê lihevhatina neteweyî û demokratîk da li 24ê Tîrmehê (2012) jî Desteya Bilind ya Kurd pêkînan. Kurdên Rojavaya Kurdistanê bi vê yêkê, di warê yêkitîya neteweyî da gaveke giring ya dîrokî avêtin û ev gav ji alîyê hukûmet, partî û rêxsitinên Kurdistana Federal, KCD, BDP, PJAK, KCK û hemû Kurdan ve bi dilgermî hate pêşwazîkirin û destekeke mezin hate nîşandan û wiha hat gotin; “KNKê jî bi beyanekê piştevanîya xwe diyar kir û bangî hemû Kurd û Kurdistanîyan kir ku piştgirê vê prosesê bin û herweha daxwaz ji Kurdên Rojavaya Kurdistanê jî kir ku vê yêkitîyê biparêzin û pêşve bibin.”

TESBÎTÊN KONFERANSÊ

Di berdewama deklerasyonê de wiha hat gotin: “Kombûna "Şêwira Neteweyî" ya 13ê Cotmeh (2012) ya Parîsê bi terkîba xwe ya bilind ya neteweyî pêdivî dît ku beyanekê ji bo bîr û rehîya Kurdistanê û cîhanê belav bike. Herwisa daku ev daxwazên hatine pêşniyar kirin di pratîkê da bêne bi cih kirin jî "Komîteya Piştgirîyê" ji 15 (pazdeh) kesan hate tesbîtkirin.”

Di encamnameya Şêwra Neteweyi de jî tesbîtên girîng hatin kirin:

1. Xelkê Kurd li Rojavaya Kurdistanê daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk bi rêyên demokratîk û aştîyane bilind kirine û di vî warî da xwe amade û organîze kirîye.

2. Xelkê Kurd û hemû berpirsiyarên polîtîk û demokratîk li Rojavaya Kurdistanê polîtîka û pratîkeke maqûl bi rê ve birine û neketine nav nakokîyên rejima Şamê û opozisyona ku ji teref Ankarayê ve tête destek kirin.

3. Di vê hercumerca li Sûrîyeyê da Kurdan li ser ax û warên xwe ji bo ewlekarîya can, mal û milk û garantîkirina daxwazên xwe yên demokratîk û pêkînana statuyeke neteweyî dest bi organîzekirina hêzên ewlekarî, asayiş û parastinê kirine.

4. Piştî peymana 11ê Tirmehê (2012-Hewlêr) û avabûna Desteya Bilind ya Kurd (24 Tîrmeh 2012), armanc hatîye zelal kirin ku li seranserê Rojavaya Kurdistanê hemû baskên jîyanê bêne organîze kirin û desthilata neteweyî û demokratîk bête pêkînan.

5. Di Şêwira Neteweyî da bi yêkdengî hate gotin ku hemû daxwazên kêmanîyên etnîk û dînî (Ermenî – Asûrî – Suryanî – Kildanî) yên li Rojavaya Kurdistanê bêne garantî kirin û ji bo jîyana wan ewlekarî bête temîn kirin. Herwisa Kurdên Rojavaya Kurdistanê bi tevlêkirina komên etnîk û dînî divêt desthilata xwe ya xweser di warê temsîlîyetê da demokratîk bikin.

6. Di Şêwira Neteweyî da berpirsiyarên Rojavaya Kurdistanê gelek bi aşkerayî deklare kirin ku herçend tayînkirina mafê çarenivîsê wekî hemû xelkan mafê xelkê Kurd e û dikare herdem bi kar bîne jî, lê di vî demê tête jîyan da, li nav Sûrîyeya Demokratîk dê li Kurdistanê sîstem û îdareya neteweyî û demokratîk ava bikin û di vê çarçoveyê da bangî xelkên Sûrîyeyê dikin ku bi hev ra Sûrîyeya Demokratîk ava bikin.

7. Di Şêwira Neteweyî da hate garantî kirin ku Kurdên Rojavaya Kurdistanê dê digel cîranên xwe di nav aştîyê da bijîn û bi çu rengî têkilî nav kar û barên wan nabin.

8. Di Şêwira Neteweyî da gelek bi zelalî hate teyîd kirin ku Kurdên Rojavaya Kurdistanê dê li ser axa xwe sîstemekî demokratîk, laîk û sosyal ava bikin.

9. Şêwira Neteweyî bangî hemû Kurd û Kurdistanîyan dike ku di vî demê dijwar û hessas da piştevanê Kurdên Rojavaya Kurdistanê bin.

10. Şêwira Neteweyî daxwazê ji Kurdên Rojavaya Kurdistanê dike ku aştîya navxweyî mutleq biparêzin, yêkitîya neteweyî xurttir û saxlemtir bikin.

11. Şêwira Neteweyî bangî hemû xelkên Sûrîyeyê dike ku nekevine nav şerê etnîk, dînî û mezhebî û di nav xwe da li ser esasê jîyaneke azad û wekhev Sûrîyeya Demokratîk bi hev ra ava bikin.

12. Şêwira Neteweyî bangî cîhana demokratîk û humanîter jî dike ku di avakirina statuya neteweyî û demokratîk ya Rojavaya Kurdistanê ya di nav Sûrîyeya Demokratîk da hevkarîyeke xurt bikin û bila ewle bin ku îdareya demokratîk û xweser ya li Rojavaya Kurdistanê dê bibe zemînê herî saxlem yê norm û prensîbên azadî, wekhevî, aştî û demokrasîyê.

13. Şêwira Neteweyî herweha bangî Kurdistana Federal dike ku rê, dergeh û kanalên jîyana aborî û bazirganî vekin û rê li ber dînamizma bazara navxweyî ya Rojavaya Kurdistanê xweş bikin ku jîyana aborî ya li Rojavaya Kurdistanê xurt bibe û xelkê navçeyê ji tengavîya aborî xilas bibe.

14. Şêwira Neteweyî Peymana Hewlêrê (11 Tîrmeh 2012) ya bi çavdêrîya serokê Kurdistana Federal kak Mesûd Barzanî di navbeyna Kurdên Rojavaya Kurdistanê da hatîye îmza kirin teyîd dike û Konseya Bilind ya Kurdên Rojavaya Kurdistanê temsîlkara meşrû dibîne û destekê didê.

15. Şêwira Neteweyî mudaxeleyên leşkerî yên cîranên Sûrîyeyê xeterek mezin dibîne û bangî xelkên navçeyê dike ku dijî hewildanên êrişkar yên Tirkîyeyê rawestin.

16. Şêwira Neteweyî provakasyonên ji dewletên serdest bi taybetî ji Tirkîyeyê yên li ser Rojavaya Kurdistanê mehkûm dike.

17. Şêwira Neteweyî bangî opozisyona Sûrîyeyê dike ku heke dixwazin li Sûrîyeyê rejim bête guhorîn û Sûrîyeya Demokratîk bête ava kirin, divêt li ser esasê qebûlkirin û garantîkirina maf û daxwazên xelkê Kurd digel Desteya Bilind ya Kurdên Rojavaya Kurdistanê peymanekê çêbikin.

18. Şêwira Neteweyî êrişên rejima Şamê yên hewayî protesto dike.

19. Şêwira Neteweyî bangeke xurt li jinên Kurdistanê dike ku di organîzekirina statuya neteweyî û demokratîk ya Rojavaya Kurdistanê da rola xwe ya dînamîk bileyizin.”

KOMÎTEYA PIŞTGIRIYÊ HAT SAZKIRIN

Her wiha, di kombûnê de Komîteya Piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê jî hate sazkirin û ev komîte bi koordînatoriya KNK’ê ji 15 kesan pêk tê. Di nav van kesan de nunerên partiyên siyasî û rêxistinan hene. Misyonê komîteyê ev e: Di warê dîplomasîyê û têkilîyên navxweyî da dê hevkarîya Desteya Bilind ya Kurdên Rojavayê bike. Roleke wê ya biryardêr û tewsîyekar nîne.

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ FIRSEND E

Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku kombûna "Şêwira Neteweyî" ya KNKê bi bîr û hizireke bilind ya neteweyî daxwaze ji Kurd û Kurdistanîyên Rojavayê dike ku vê firseta hatîye pêş bi berpirsiyarîyeke mezin ya neteweyî bi kar bînin û bi vehûnandineke demokratîk rêvebirîyeke koalisyonal ya neteweyî pêkbînin û bilaistisna di hemû waran da desthilatê di nav xwe da parve bikin.

Di dawiya deklerasyonê de wiha hat gotin; “Kombûna ”Şêwira Neteweyî” herweha ji NY’yê (Neteweyên Yêkbûyî), ji YEyê (Yêkitîya Ewrûpayê), ji hemû organîzasyonên polîtîk, sosyal û kulturî û hemû dewletên cîhanê û ji bîr û rehîya humanîter ya cîhanê daxwaz dike ku guh bidine dengê azadîyê yê Rojavaya Kurdistanê û piştevan bin, hevkarîyê bikin ku hem xelkê Kurd û Kurdistanî bigihine azadîya xwe, hem jî li Sûrîyeyê sîstemekî demokratîk ava bibe. Hindî ku Kurd li ser axa xwe azad bin, navçeya Rojhilatanavîn jî dê hind ber bi demokrasîyê ve biçê û eve dê bibe destkevt û serkevtina mirovatîyê li cîhanê.”

ARAMIYA ROJHILATA NAVÎN BÊ KURDAN ÇÊNABE

Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku divê cîhan û serdestên cîhanê baş bizanin ku aramiya li Rojhilatanavîn bi temamî bi qebûlkirin û naskirina statuya demokratîk ya Kurdistanê ve girêdayî ye û wiha doma kir; “Piştî pêkhatina Kurdistana Federal ya di nav Iraqa Federal da, pêkhatina statuya neteweyî û demokratîk ya li Rojavaya Kurdistanê ya di nav Sûrîyeya Demokratîk da jî dê navçeyê gaveke dî nêzîkî istikrar û aramîyê bike. Istifadekirina ji petrol, enerjî û hemû zengînîya li navçeyê bi azadbûna xelkê Kurd mumkun dibe. Dewletên cîhanê divêt vê rastîyê bibînin û piştevanîya bizava azadîyê ya xelkê Kurd bikin daku xelkên wan jî ji zengînîya navçeyê mifadar bibin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Li ber van rastîyan em banga xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan digihînin cîhanê ku pêkhatina Sûrîyeya demokratîk bi naskirina statuya neteweyî û demokratîk ya Kurdên Rojavaya Kurdistanê dibe. Opozisyona rejimê jî divêt vê rastîya xelkê Kurd bibîne û li goreyî vê yêkê pozisyona xwe ya beramberî xelkê Kurd diyar bike.”

ADEM ÛZÛN LI SER DAXWAZA DEWLETA TIRK HATE GIRTIN

KNK’ê banga serbestberdana Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn ku ji aliyê Franseyê ve hatiye girtin jî kir û got; “Şêwira Neteweyî, spasî rêvebirên Parlementa Fransayê dike ku ji bo vê kombûnê dergehên xwe vekirin û pêşwazîyeke germ nîşan dan. Digel vê qedirgirîya Parlementa Fransayê, Şêwira Neteweyî gazindeker e ku polîs û dozgerê Fransayê polîtîker û dîplomatê Kurd, endamê Konseya Rêvebir ya KNKê birêz Adem Uzun li ser daxwaza dewleta Tirk girtin. Têkilî û dostanîya xelkê Kurd û Fransî divêt bi van cure kiryarên negatîv neyê tehrîb kirin. Lewma Şêwira Neteweyî hêvîdar e ku dewleta Fransayê vê şaşîye zûtirîn dem serast bikin û Adem Uzun berdin.”