Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin

Di rûniştina doza Denîz Poyrazê de ku Onûr Gencer ew qetil kiribû, dozger mutalaayê eşkere kir. Dozger xwest bi sûcê "kuştina qesdî ya bi awayekî sêwirandinî" cezayê muebeda giran li Gencer bê birîn.

Rûniştina 6'an a doza Denîz Poyrazê ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji aliyê Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin, li hêwana rûniştinê ya Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê hat lidarxistin. Beriya rûniştinê heyeta dadgehê dê nehêle parêzerên bi belgeya karbidestiyê têkevin hêwana rûniştinê. Parêzerên dozê jî bertek nîşanî vê dan û doza redkirina dadger kirin. Piştî redkirina daxwazê parêzerên dozê jî ji hêwana rûniştinê derketin. Di hêwanê de kujer Onûr Gencer û parêzerê wî man.

Dozger di rûniştinê de mutalaayê eşkere kir. Dozger xwest bi sûcê "kuştina qesdî ya bi awayekî sêwirandinî" cezayê muebeda giran û bi sûcê "binpêkirina parêzbendiya kargehê" û "zirara li eşyayên partiya siyasî" heya 7 salan ceza li Gencer bê birîn.

Parêzerê Gencer ji bo parastinê doza demê kir. Paşê heyeta dadhehê biryara xwe eşkere kir. Heyetê daxwaza parêzerên malbata Denîz Poyrazê ku doza delîlan kiribûn, red kir û rûniştin taloqî 27'ê Kanûnê kir.