Wezîrê Parastinê yê Tirk Îsmet Yilmaz bersiv da pêşniyarpirsa Parlementerê yê Wanê BDP’ê Ozdal Uçer û Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû ya der barê xwekuştina leşkeran di nava artêşa Tirk de û diyar kir ku di 22 salan de 2 hezar û 221 leşker xwe kuştine, 1601 leşker ji ber qeza û ji bo “wisa li xwe bikin ku bi kêrî leşkeriyê nayên” mirine.
Bi taybet di van salên dawiyê de, mirinên bi guman ên leşkeran di nava artêşa Tirk de zêde dibin. Piraniya hincetên wan wiha ne; “xwe kuştin, brûks lê xist, ceyran girt, bi qezayê mir…” Lê tişta balkêş piraniya van leşkeran Kurd in.
DI 22 SALAN DE 3 HEZAR Û 813 LEŞKER
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, ji sala 1990’ê ve 3 hezar û 813 leşker û “hêzên çekdar ên Tirk” di nava artêşê de “xwe kuştine”, an jî bi qezayê mirine.
Wezîrê Parastinê yê Tirk Îsmet Yilmaz bersiv da pêşniyarpirsa Parlementerê yê Wanê BDP’ê Ozdal Uçer û Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû ya der barê xwekuştina leşkeran di nava artêşa Tirk de û diyar kir ku di 22 salan de 2 hezar û 221 leşker xwe kuştine, 1601 leşker ji ber qeza û ji bo “wisa li xwe bikin ku bi kêrî leşkeriyê nayên”, qezaya bi çekan, an jî ji wsayîtên leşkerî ketine, mar pêve dane, brûsk lê xistine, ceyran girtine û an jî ji cihekê ketine, mirine.
LEŞKERÊ KURD DI ÎŞKENCEYÊ DE AQLÊ XWE WENDA KIR
Herî dawî, leşkerê Kurd ê bi navê Demhat Çakal, bi saxlemî çû leşkeriyê, li leşkeriyê ji ber îşkenceyê aqlê xwe wenda kir û piştre ew şandin malê. Çakal nikare ji malê derbikeve û her tim digirî. Bavê wî Şêxmûs Çakal got ku kurê wî ji ber îşkenceya li leşkeriyê dîtiye aqlê xwe wenda kiriye. Leşkerê Kurd Demhat Çakal ê ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê kul i navçeya Samandir a Balikesîrê leşkerî dikir, bi saxlemî çû leşkeriyê, lê gava vegeriya aqlê xwe wenda kiribû.
Artêşa Tirk her tim ji ber mûameleyên xirab û îşkenceyên li hemberî leşkeran û bi taybet jî leşkerên Kurd tê rojevê. Her wiha, herî zêde mirinên bi guman di nava artêşa Tirk de diqewimin. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) tenê di sala 2011 de 43 leşker û polîs “xwe kuştine”. Li gorî raporek din a ÎHD’ê di salên 2000-2009 de 401 mirinên bi guman ên leşkeran pêk hatin.