DFG’ê li dijî êrîşên li hemberî rojnamevan Bulut nerazîbûn nîşan da
DFG’ê têkildarê lêdan û gefxwarinên li dijî rojnamevan Rohat Bulut nerazîbûn nîşan da û got, “Bi van kiryar û pêkanînan nikarin rojnamevanan bitirsînin.”
DFG’ê têkildarê lêdan û gefxwarinên li dijî rojnamevan Rohat Bulut nerazîbûn nîşan da û got, “Bi van kiryar û pêkanînan nikarin rojnamevanan bitirsînin.”
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî lêdan û gefxwarina li dijî rojnamevan Rohat Bulut daxuyaniyek nivîskî weşand. Di 15’ê Cotmehê de hin kesên xwe weke polîs dan nasîn rê li ber rojnamevan Bulut girtibûn û lêdabûn û gef lê xwaribûn. DFG’ê ev kiryar şermizar kir û banga xwedî lêderketina li rojnamevanan kir.
DFG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Em bi xemgînî dibînin ku binpêkirina mafên rojnamevanan roj bi roj zêde dibin. Vê carê rêveberê me yê berê û endamê komeleya me Rohat Bulut kirin armanca xwe. Endamê me Bulut dema ku ji Mêrdîn vedigereya Amedê, polîsên sivîl rêya wî birin û ew ewil darb kirin û piştre gef li wî xwarin. Heqaret li wî kirin.
Edîtorê Rojnameya Xwebûnê Rohat Bulut, tevî 16 rojnamevanan di 8’ê Hezîrana 2022’yan de hat binçavkirin û piştî 8 roj şûnde hat girtin. Bulut piştî 13 mehan girtî ma, di rûniştina yekemîn de serbest hat berdan. Bulut piştî hat berdan, polîsan ew her tim şopand û tacîz kirin. Herî dawî şeva 15’ê Cotmehê dema ji Mêrdînê vedigeriya Amedê li nêzî istasyona radyolinke dema nokteya kontrole derbas kir û şûnde polîsên sivîl bi wesayitekî bêplaka hatin rê li pêşiya wî girtin û ew rawestandin. 3 kesên ku bi maşînê pêşiya Bulut birîn xwe wekî polîs pênase kirin û Bulut bi zorê ji maşîneyê derxistin. Dema Bulut xwest nasnameya wan 3 kesan bibîne, 3 kesên xwe wekî polîs pênase kirin, heqaret li Bulut kirin. Hem heqaret kirin û hem jî tundiya fîzîkî bikar anîn û derb kirin. Bi porê Bulut girtin û ew ji maşînê daxistin û spartin maşînê. Dema Bulut ev helwesta wan itîraz kir polîsan got “Hûn xwe li pişt hiqûqê vedişêrin. Wisa nefikirin ku tişta hûn dikin dê ji were bimîne. Em her tim we dişopînin û bi vî awayî gef xwarin.
Hevrê û hempîşeyê me Bulut piştî van heqaret, gef û tundiyê ji bo rewşa xwe bîne ziman û li mafê xwe bigere serî li Vakfa Mafên Mirovan (TÎHV) û ji bo piştevaniya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Her wiha em jî wekî DFG’ê mudaxîlî mijarê dibin û em ê bi rêya parêzerê xwe giliyê vê sûcê bikin.
‘RASTE RAST ERKDARÊN FERMÎ YÊN DEWLETÊ GEF XWARIN’
Em dixwazin bê zanîn ku ev pêkanîn, eşkere gefa li dijî jiyana rojnamevanekî ye. Em, ji bo rojnamevan di nava şert û mercên ewle û azad de kar û xebatên xwe bikin, tedikoşin. Lê ev ewlehiya rojnamevanan raste rast ji aliyê peywirdarên fermî yên dewletê dikevin talûkeyê. Erkdarên fermî yên dewletê gefan li vê yekê dixwin. Ev me dixe nava fikarên kûr. Li welatê ku kuştin, girtin, êşkence û revandina rojnamevanan lê pêş dikeve, bê guman ev pêkanîn fikarên me zêde dikin. Ji ber vê yeke em vê pêkanîna li dijî hempîşeyê xwe qebûl nakin. Em dixwazin erkdarên darazê bi lez têkevin nava lêgerînê. Em dixwazin bi lez van kesan tespit bikin û der barê wan de karê lêpirsînê bidin destpêkirin û wan ceza bikin.
‘HÛN NIKARIN ROJNAMEVANAN BITIRSÎNIN’
Dîsa em diyar dikin ku bi van kiryar û pêkanînan nikarin rojnamevanan bitirsînin. Em dizanin ku bi vê yekê dixwazin rojnamevanan bitirsînin û ji qadê dûr bixin. Hevrêyê me Rohat Bulut berê jî bi dehan caran hat binçavkirin û girtin. Hat darizandin. Em dizanin ku hevrêyê me dê li dijî van pêkutiyan serî netewîne.
Bi vê wesîleyê em bang li hemû hempîşeyên xwe û rêxistinên rojnamevanan ên navneteweyî dikin ku şêwirmendî û piştevaniyê xurt bikin. Dîsa em bang li saziyên demokratîk dikin ku li rojnamevanên ku dibin denge wan xwedî derkevin. Em dixwazin hempîşeyên me bi tene nehêlin.”