Dosyeya Doza Metîn Yurtsever k udi bin çavan de hate kuştin, di 22’ê gulanê de bi pêkhatina dozê re dê bi gitşî bê girtin. Encam jî ev ku polîsên ku bi îşkenceyê mirov kuştin, tên beratkirin. Malbata Yurtsever ji bo biryarê wihagot: “Dewleta tirk polîsên kujer xelat dike.”
Di 1998’an de meha mijdarê de ji bo girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin li avahiyên HADEP’ê grevên birçîbûnê hatin pêkanîn Metîn Yurtsever jî 18’ê mijdarê de çû serdana wan.
ÎŞKENCEYÊN GIRAN DÎT
Polîs 19’ê mijdarê de deriyê avahiya HADEP’ê şkand. 50 kesên di hudir de bû lêdan. Yurtsever jî rastî lêdanê hat. Piştre binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê. Li wir îşkence lêkirin. Yurtseverê ku rastî lêdana giran hat di 20’ê mijdarê de jiyana xwe ji dest da. Bi rapora Saziya Tiba Edlî îşkece hate tespîtkirin.
Der barê midûrê Midûriyetê de Şînasî Yilgin û 16 polîsan de li Dadgeha Cezaya Giran a Kocaeliyê de doz hat vekirin. Dadgehê di 23’ê tîrmeha 2007’an de Yilgin û 9 polîs berat kir. 5 sal û 6 meh ceza li Seyh Omer Edîz, Şaban Kurnaz, Îsmaîl Turkdemîr, Sadettîn Topal, Bulent Oral Tunar, Bekîr Şahîn û Temel Çakmak birî. Dosya ku şandin temyîzê ji aliyê Yekemîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilin de hate xerakriin. Polîsan bi vî awayî berat kir.
DI 22’YÊ GULANÊ DE TÊ GIRTIN
Doza ku di 22’yê gulanê de dê pêk bê li gorî biryara Lijneya Giştî ya Cezaya Dadgeha Bilind û 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Kocaeliyê dê dosya bê girtin.
MALBATÊ DAXUYANÎ DA
Li ser navê malbatê Îsmet Yurtsever, parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel li ÎHD a Stenbolê dauxyaniyek dan. He wiha endamê Meclîsa Partiyê ya ESP Emîn Orhan û birayê Hasan Ocak k udi bin îşkeceyê de hat kuştin Alî Ocak jî tevli bû.
Îsmet Yurtsever diyar kir ku doz bê ceza bi encam û got ku Komara Tikriyeyê, polîsên ku mirov kuştin xelat kirin. Yurtsever da zanîn ku biyaraya ku hatiye dayîn siyasiye û got Dadgha Bilind jî bûye alîgir û kujer parastine.
Parlamenter Sebahat Tuncel jî da zanîn ku doza Metîn Yurtsever li Tikryeyê di warê demokrasiyê de nîşaneyeke baş e û gotku dewlet ji bo kesên ku mafan binpê dike bûye mertal. Tuncel da zanîn ku daraz her tim siyasî bû got ev yek nayê qebûlkirin divê ji vê re bêjin bes.
Li ser navê ÎHD’ê Seza Mîs Horu jî axivî û got dê li dijî vê bêhiqûqiyê dê têkoşina xw bidomînin.