Di ser avabûna dewleta Tirk re 100 sal derbas bûn. Di nava sed salên derbasbûyî de dest ji polîtîkaya xwe ya şer û qirkirinê berneda. Ji Zanîngeha Zurîchê dîroknas, lêkolîner-nivîskar Dr. Toros Korkmaz mijar ji ANF'ê re nirxand.
Toros Korkmaz diyar kir ku dewleta Tirk a li ser mîrateya Osmanî ava bû ji bo gelan û baweriyan dewama qirkirinê ye û anî ziman, di dema Împaratoriya Osmanî de Îttîhat Terakkî sala 1908'an gava bû desthilatdar siyaseta tek tîpkirin, asîmîlasyon û neteweperestiya Tirk li gelên herêmê ferz kir.
Toros Korkmaz destnîşan kir ku ev pêla neteweperestiyê ya ji Osmanî destpê kir bi komara ku nû ava bû re dewam kir.
Toros Korkmaz got, "Yek tîpkirin, asîmîlasyon û neteweperestiya Tirk a asîmîlasyonkar bû îdeolojiya fermî ya rêveberiya komarê ku Osmanî red kir. Pîvana serweriya Misilmantiyê ya li nava rêveberiya Osmanî jî ji xwe re wergirtin. Di encamê de jî 'Senteza Tirk-Sûnî-Îslam'ê derkete holê. Ev yek polîtîkayeke dewletê bû ku ji aliyê etnîkî ve Tirk, ji aliyê baweriyê ve jî Misilmanên Sûnî dikir çîna sereke. Ev polîtîkaya dewletê di sedsala dawî de serwer bû. Hîn jî di meriyetê de ye."
Toros Korkmaz ragihand ku rêya afirandina têkiliyeke erênî ya dewleta Tirk bi Kurdan re, jinûve danîna maseya aştiyê ye û got, "Ji bo vê jî divê bi lîderê rûmetê yê tevgera Kurd Abdullah Ocalan re têkiliyê deyne, bi hezaran nûnerên siyaseta demokratîk a Kurd ku bi neheqî hatine girtin, neçar mane li derveyî welat bikevin statuya penaberiyê jinûve li Tirkiyeyê karibin siyaseta demokratîk bi rengekî azad bimeşînin, şaredariyên ku qeyûm li wan hatine bicihkirin li xwediyên wan ên rast bêne dayin. Rejîma heyî mixabin li şûna ku di vî warê de gavê biavêje, li pey wan planan e ku bi nûnerê siyasî yê Hîzbûllahê HUDA-PAR'ê re li herêmê Kurdan parçe bike. Bombeyan li Rojava dibarîne. Dibe sedema mirina bi dehan sivîlan."
Korkmaz diyar kir ku dewleta Tirk di nava 20 salên dawî de ji aliyê mafên mirovan û demokrasiyê ve li paş ketiye, ji bo cîhanê û cîranan bûye dewletek ku bawerî pê nabe û got, "Azadiya fikir, çapemenî û akademîk ji holê hate rakirin. Her fikrê ku rexneyê li rejîmê dike weke sûc tê dîtin. Pîvana cudahiya hêzan ku di nava demokrasiyê de nebe nabe; yanî qanûndanîn, dadgerî û rêveberî hem ji aliyê serxwebûnê ve hem jî ji aliyê erka kontrolkirina hev ji holê hate rakirin. Tirkiye piştî referandûma Nîsana 2017'an derbasî rejîmeke yek şexsî ya hilbijartinê bû. Ji bilî siyaseta Kurd a demokratîk, partiyên sosyalîst, çep û saziyên wan, hemû hêzên din ên muxalîf tenê di çarçoveya sînorên desthilatdariyê de siyasetê dikin. Ji ber vê yekê jî Peymana Stenbolê hate betalkirin, atmosfereke siyasî ya li dijî wekheviya jin û mêr hate afirandin.
Ji bilî Sûnî-Îslamê zextên li ser baweriyên din hemû zêde bûn, dewam dikin. Ayasofya ku ji bo alema Xiristiyan semboleke mezin e, li şûna statuya xwe ya muzeyê veguherandin mizgeftê ku vê yekê hejmareke girîng a Xiristiyanên li Tirkiyeyê êşand. Her wiha teoriya Veguherînê ya Darwîn ji mufredata dersê ya biyolojiyê hate derxistin, berhemên olî li gorî pîvanên olî hatin nirxandin û rexnekirin. Ev polîtîka jî nîşan dide ku laîktî jî di metirsiyê de ye. Tirkiye ji bo xwe ji krîza giran a aboriyê rizgar bike sala dawî hewl dide xwe ji nû ve nêzî cîhana rojava bike. Lê belê cîhana rojava Tirkiyeyê tenê weke welatekî ku karibe ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne dibîne. Têkiliyeke ku xwe dispêre baweriyê nîne. Tirkiyeyê ji bilî Azerbaycanê bi ti welatekî cîran re têkiliyeke li ser bingeha baweriyê ava nekiriye. Heta ku bloka AKP-MHP'ê li ser desthilatdariyê bimîne welatên cîran, cîhana rojava wê ji Tirkiyeyê bawer neke, wê tenê weke welatekî ku ji bo berjewendiyên xwe pê re kar dike dibînin. Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn gava destpêkê ya polîtîkayeke wekhev a gelan, ketina bloka AKP-MHP a faşîzan a ji desthilatdariyê ye."